Dîroka pereheta beriya bi 4 hezar salan diçe. Di vê mohletê de pere bi gelek reng û awayan xwe da der. Ji pelikên metal, heta bi banknotên kaxetî; û îro jî veguheriye hejmarên dijîtal. Di rastiyê de bi rengekî ji rengan nihêrîna li dîroka rengên pere, dike ku em qismekî ji dîroka mirovan a li ser rûyê vê erdê fêm bikin.

Em li vir çend mînaka bidin nîşan. Di wêneyê yekem de em pelikeke metal a derbkirî dibînin ku li ser kundek heye. Kund temsîla xwedawendeke Yewnanî bûye, xwedawenda zanînê. Navê wê jî Atîna ye, di serdema Yewnana Kevin de ev sembol li ser pereyên metal 300 salan hat derbkirin. Ev wêneyê duyem banknoteke çînî nîşan dide ku jê re banknota Mîng tê gotin. Di serdema xanedaniya MÎng de hatiye çapkirin, hingê dewletê ji sala 1368´an û pê ve pereyên metal û ji 1375´an û pê ve jî pereyên kaxetî çapkirin. Dîsa jî hingê pereyê bi rastî dihat bikaranîn zîvê ne çapkirî bû ku bi girraniya xwe dihat pîvan.

Ev wêneyê sêyem, pereyekî metal nîşan dide ku qet sivik nîne. Ev metalê 14 kîlo giran ji Swêda sedsala 17´an maye. Dirêjahiya vî pereyî jî 65 santîm e û di rastiyê de weke pereyê pelikên metal hatiye bi kar anîn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN