Li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê bi sedan mayîn hatin bê bandorkirin. Hêzên Ewlekariya Hundir li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê bi sedan mayînên çeteyên DAIŞ‘ê bê bandor kirin. Navendê ragihand ku hêzên wan di pêngava paqijkirina gundewarên rojhilatê Dêra Zorê de ji ber mayînên çeteyên DAIŞ‘ê ku qada dawî ya di destê DAIŞ‘ê de mabû û ji aliyê QSD‘ê ve hat rizgarkirin, bi sedan mayîn û teqemenî li herêmên Baxoz û Hecînê dîtine. Navendê diyar kir ku Yekîneyên endezyariyê hemû mayîn bê bandor kirine.
ANHA / DÊRA ZOR