Li Elmanyayê ji ber grevê li 8 balafirgehan, bi sedan seferên balafiran betal bûn.

Personelên ewlekariyê yên balafirgehan, li ser banga sendîkaya Ver.di ketin grevê. Çalakiya rawestandina kar, roja Sêşemê saet 2’an dest pê kir. Frankfurt jî di nav de li 8 balafirgehan grev çêbû. Grevê tesîr li balafirgehên Hannover, Bremen, Hambourg, Leipzig, Dresden, Erfurt û Munchenê jî kir. Federasyona balafirgehan a Elman (ADV) diyar kir ku ji ber rewşê heta niha seferên 220 hezar rêwiyî hatine betalkirin.

Balafir ji balafirgeha Frankfurtê bi hewa nakevin û ji rêwiyan hate xwestin ku neyên balafirgehê.

Heqê xwe dixwazin

Lufthansa ku yek ji şirketên herî zêde grevê bandor lê kiriye, Ver.di sûcdar kir.

Hefteya derbasbûyî li balafirgehên Tegel û Schonefeld ên Berlînê û balafirgehên Koln, Dusseldorf û Stuttgartê grevên hişyarkirinê çêbûn û bi sedan seferên balafiran betal bûbûn. Sendîkaya Ver.di ku 23 hezar personelên ewlekariyê li gelemperiya welêt temsîl dike, dixwaze heqê karê saetekê ji bibe 20 euro. Komeleya federal a şirketên ewlekariya hewayî (BDLS) jî pêşniyaz kir ku 6.8 ji sedî mûçeyên karkeran bê zêdekirin. Tê payin ku Ver.di û BDLS roja 23’ê Çile li ser mijarê bicivin.

 

FRANKFURT