Gerîlayên HPG û YJA Starê çalakiyên sekvaniyê kirin û herî kêm 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyanî da: "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî pêk anîn. 4'ê Hezîranê, gerîllayên YJA Starê li herêma Govendê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî leşkerên li qada Deriyê Panê çalakiya sûîqestê kirin û eskerek hat kuştin. 7'ê Hezîranê, gerîllayan li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. 8'ê Hezîranê, hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên li qada Tepê Ser Zêrê çeper amade dikirin çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. 8'ê Hezîranê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li herêma Zê qada Tepê Cehennemê bombaran kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat." NAVENDA NÛÇEYAN