Mam Zekî Şengalî yê ku 15’ê Tebaxa 2018´an di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bûbû, li paytexta Elmanyayê Berlînê hate bibîranîn.

NAV-YEK, Tevgera Jinên Ciwan, DEST-DAN Meclîsa Jinan û Kurdistaniyên Azad ên Berlînê ev çalakiya bibîranînê organîze kir. Li ser navê NAV-YEK’ê Yilmaz Gunay got, ‘’Ji bo fêhmkirina Zekî Şengalî, divê mirov baş bifikire, divê mirov zanibe bê ka çima di pêvajoyeke wiha de hate şehîdkirin.’’ Wî diyar kir ku bi Şengalî re, civaka Êzîdî kirine hedef.

Zozan Serhat jî li ser navê TJK-E’yê axivî û got, ‘’Hêrsa xwe ya ji neçûna serî ya qirrkirina Şengalê, xwestin bi şehîdkirina Mam Zekî bibin. Sedam hê neketî, Mam Zekî hate Şengalê û bi gelê Êzîdî re bûbû yek.’’

 

ANF/BERLÎN