Dewleta Tirk a qirker û înkarker, hem eskerî û hemî jî siyasî, belkî jî bi giştî tevgera xwe ya dagirkirî û mêhtingeriyê zêde û berfireh dike. Di vê çarçoveyê de polîsên dewleta Tirk a dagirker doh destê sibê li Amedê avêtin ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê ya li navçeya Peyasê, weşanxaneya J&J û gelek malan. Di encamê de gelek kes xistin nezaretxaneyê. Di serdegirtinê de endamên Dîwana Serokatiyê ya KCD’ê Jiyan Taş û Huseyîn Kaya, ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş, Hevşaredara Farqînê ya li malê dîlgirtî Naşîde Toprak a ji wezîfeyê hatiye girtin, rêvebera MEBYA-DER’ê Yildiz Damla, endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Leyla Bagatir, ji Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Sûphî Îzol û gelek kes xistin nezaretxaneyê. TJA: Em çong naşkînin Tevgera Jinên Azad (TJA) xwest, hevalên wan ên li nezaretxaneyê tavilê bên berdan û got, ”Jin serî natewînin, em ê çongê neşkînin.” Di daxuyaniya nivîskî ya TJA’yê de hate gotin, ”Li Tirkiyeyê di nava 18 salên desthilatdariya AKP’ê de û di hevkariya koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê ya dema dawî de, her tim komkujî, destavêtin, destdirêjî, desteserkirina mafan, talakirina destketî û kedê, binşavkirin û girtin li me jinan her roj tê ferzkirin. Divê bê zanîn soza me ya ji bo azadiyê ji çekên zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê xurtir e. Divê baş zanibe ku jinên jiyana xwe kirine gorî têkoşîna azadiyê serî natewînin, çong naşkînin.” AMED