Di rojnameya Elman Suddeutsche Zeitung de bi îmzeya Ronen Steinke şiroveyek hat weşandin ku pê helwêsta Wezareta Karên Hundir a Elmanya Federal dihat gotin vegotin: Kurdên rexne li Erdogan digirin, wezaret fermanê dide, bi ser wan de bigirin! Lê dema mesele neonaziyên Combat 18´ê ne, sebra wezaretê pirr e, û kefa gelekan tîne.

Li Elmanyayê qedexenekirina koma neonazî ya bi navê “Combat 18” bûye sedema minaqeşeyên li ser helwêsta wezareta karê hundir a Elman û êdî hin derdorên bi xwe jî muhafezekar vê helwêstê dixin ber lêpirsînê û rexne dikin. Rojnameya Suddeutsche Zeitung jî ji wan platformên muhafezekar e ku bi şiroveya Ronen Steinke rexneyên hişk li wezaretê girtin, ji ber xwe li neonaziyan radigire.

Siyasetên cotstandartî yên wezaretê di çirovê de wiha tên rexnekirin:  “Hîna jî qedexenekirina koma neonazî ya bi navê ‘Combat 18’ê li Elmanyayê rewşek e ku kenê mirov pê bê. Ev kom xwe weke baskê çekdarî yê rêxistina Blood & Honour (Xwîn û anor) dibîne. Ev kom sala 2000´î hatibû qedexekirin. Piştî kuştina waliyê Kasselê li eyaleta Hessenê bi demeke kurt, vê komê bi kesên rûpoş gefan dixwe. Êdî weke ku lava bikin û bibêjin, ‘Me qedexe bikin!’ Lê na, bele sebeb e. Bi saya serê sebra wezareta karê hundir wê hinên din jî şa bibin.

Gelo weşanxaneyeke ku li dijî rejîma Recep Tayyip Erdogan xelkê sor dike heye? (Wezaret) tavilê dibêje, ‘Bi ser de bigirin!’ Portaleke înternetê ya çapgir a tundraw a ku êrişên li dijî polîsan rewa dike heye? Qedexe bikin! Lê dema ku mesele komeke neonazî be ya ku destek daye rêxistina nijadperest NSU´yê û bi dehan endamê wê hene, (wezaret) dibêje ‘Her tişt bi dorê, em lêdikolin’.”

 

 MUNCHEN