Li 5 taxên bajarê Reqayê, di encama şerên giran de ku ji pê bi şev heta doh nava rojê, herî kêm 11 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin. Li aliyê din YPG´ê navê 8 pakrewanên xwe yên di hemleyên Reqa û Dêra Zorê de eşkere kirin. Pêngava Rizgarkirina Reqayê, qonaxa Cenga Mezin a ji bo rizgarkirina navenda bajêr 6´ê Hezîranê da bû destpêkirin û îro li çend quncikan çeteyên DAIŞ´ê asê kirine û pirraniya bajêr ji wan paqij û rizgar kirin. Li navenda bajêr di navbera şervanên QSD´ê û çeteyên DAIŞ’ê de doh û pêr jî şer giran bû. Şervanan di şer de derbên giran li çeteyên DAIŞ´ê dixin.
Li taxên Nehda, Hena, Taxa Huriye (Azadî), Taxa Kurda û taxa Emin, şerê giran rû dida û heta kêliya amadekirina nûçeya me jî vî şerê dewam dikir. Di encama şerî ji pêr şev heta doh sibehê herî kêm 11 çete hatin kuştin. Cenazeyên hemû çeteyên hatine kuştin jî ketin destê şervanên QSD´ê.
Di encama şerê behsa wî kirî de li van taxan şervanek şehîd bû û 2 şervan jî birîndar bûn.
YPG´ê nasnameya pakrewanan eşkere kir
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 8 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê û Hemeleya Rizgarkirina Reqayê, ragihand.
YPG`ê têkildarî şehadeta 8 şervanên YPG`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û sersaxî ji hemû gelê herêmê re, xwest. Di daxuyaniyê de YPG´ê da zanîn ku bêhtirî ji sedî 80´yê Reqayê hatiye rizgarkirin. YPG´ê nasnameya pakrewanan wiha da zanîn: Azad Hesekê (Xalid Mihemed Xilyewî) yê li Hesekê ji dayik bûyî û 25´ê Îlona 2017´an li Reqa şehîd bûye; Eyd El Maslah ê li Şedadê ji dayik bûyî 24´ê Îlona 2017´an li Dêra Zorê şehîd bûye; Ebûd Şedadê (Ebdo El Siwêlih) ê li Şedadê ji dayik bûyî, 24´ê Îlona 2017´an li Dêra Zorê şehîd bûye; Ehmed Şedadê (Ehmed El Himeyzî), ê li Şedadê ji dayik bûyî, 24´ê Îlona 2017´an li Dêra Zorê şehîd bûye; Ewad Şedadê (Ewad El Misleh) ê li Şedadê ji dayik bûyî, 24´ê Îlona 2017´an li Dêra Zorê şehîd bûye; Hisên Şedadê (Hisên Xeşmen) ê li Şedadê ji dayik bûyî, 24´ê Îlona 2017´an li Dêra Zorê şehîd bûye; Azad Mihemed Xelîl ê li Kobanê ji dayik bûyî, 26´ê Îlona 2017´an li Reqayê şehîd bûye; Mihemed Hesekê (Mihemed Ehmo) ê li Hesekê ji dayik bûyî, 24´ê Îlona 2017´an li Dêra Zorê şehîd bûye.
REQA