Bi navê KCDK-E û TJK-E’yê, em bang li mirovên xwedî wijdan û bi rûmet dikin, bang li jin, ciwan, gelan, dijberên faşîzmê, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û dostan hemûyan dikin da ku tevlî çalakiya 16’ê Çile bibin.

Greva birçîbûnê ya li Strasbourgê di roja 30’an de ye. Rêveberê dêra Protestan a bi navê Temple Neuf û Yekîtiya Suryaniyên li Ewrûpayê (ESU) Şaxê Swîsreyê Semîr Ozmen, endamên tevgera bi navê ‘Cîhaneke jiyan lê pêkan e’ ya ji Kolnê, xebatkarên kovara Jineolojiyê û bi dehan kesên ji bajarê Mannheîm, Pforzheim û Stuttgartê yên li Elmanyayê tevî Kurdistaniyên li Strasboûrgê û derdora wê dimînin, serdana çalakgeran kirin.

‘Li dijî  êrişkariya topyekûn e‘

Qisekeran, di serî de Leyla Guven a ku rewşa wê ya tenduristiyê gelekî giran bûye, çalakerên li dijî polîtîkayên faşîst û tecrîda mutleq bedena xwe dane ber birçîbûnê, silav kir. Nûnera saziya bi navê ‘Cihaneke jiyan lê pêkan e‘ di dema serdanê de axivî û got, “Ev berxwedan ne tenê li dijî tecrîdê ye, di heman demê de li dijî êrişkariya topyekûn e. Lewma ji bo me gelekî hêja ye.”

Nûnerê ESU jî işaret bi girîngiya grevên birçîbûnê kir û got, ew pê bawer in ku çalakî wê bi ser keve.

16’ê Çile li Strasbourgê bin

Roja 16’ê Çile wê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi beşdariya çalakgerên greva birçîbûnê, çalakiyeke girseyî wê li ber avahiya Parlamenta Ewrûpayê bê li darxistin. Çalakî saet 11’an li navnîşana ‘1 Avenue du Président Robert Schuman, 67000 Strasbourg’ê pêk were. KCDK-E’yê li ser çalakiyê daxuyaniyek da û bal kişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk û got,

Xwe kor û kerr nekin

“16’ê Çile, di roja 70’yî ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de, roja 57’an a greva birçîbûnê ya li Hewlêrê, roja 32’an a greva birçîbûnê ya li hepsan û roja 31’ê ya greva birçîbûnê ya li Strasbourg-Gallerê, em ê li ber saziyên CPT, Konseya Ewrûpa û Parlamena Ewrûpayê çalakiyê bikin. Bi çalakiyê re em ê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bilind bikin û bang li van saziyan bikin da ku bes xwe li korî, kerrî û laliyê deynin. Bi navê KCDK-E û TJK’E’yê, em bang li mirovên xwedî wijdan û bi rûmet dikin, bang li jin, ciwan, gelan, dijberên faşîzmê, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û dostan hemûyan dikin da ku tevlî çalakiya 16’ê Çile ya li ber Parlament-Konseya Ewrûpa û CPT’yê bibin da ku çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasbourgê jî wê tevlî bibin.”

 

STRASBOURG

 
 

Em ê bi berxwedanê bi ser kevin

Hevseroka KCD´ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 69 roj in di greva birçîbûnê de ye. Guven li ser rewşa xwe û hevditana bi Ocalan re peyamek  şand. Guven di peyama xwe de got, “Ez dixwazim li ser tendirustiya xwe agahdar bikim. Her roj di warê tenduristiyê de kontrola min tê kirin. Di 20 rojên dawîn de tansiyona min ketiye. Meş bi min zehmet e, serêşa min zêde bûye. Li hemberî ronahî û deng hesasiyeta min zêde bûye. Ez nikarim wekî berê avê jî vexwim.

Li gorî agahiyên ku min ji parêzerên xwe wergirtine, Mehmet Ocalan ê ku birayê rêzdar Abdullah Ocalan e, hevdîtinek pê re kiriye. Hatiye diyarkirin ku tenduristiya rêzdar Abdullah Ocalan gelekî baş e. Ez bawer im ev agahî ji bo gelê Kurd bûye moralekî mezin. Lê wekî ku gelê me jî dizane, tecrîd hê nehatiye rakirin.Rêzdar Ocalan lîderekî polîtîk û rêber e. Ji bo malbata xwe li wê giravê nayê girtin. Weke hemû hepsiyên din mafê wî yê hevdîtina bi malbata wî re heye. Ji destpêkê ve daxwazên me diyar in. Me diyar kir ku divê tecrîda li dijî mirovahiyê were rakirin, Rêzdar Ocalan bi malbat, parêzer û şandeyên siyasî re hevdîtinê bike, divê şert û mercên ku ji bo helwdanên aşitiya mayînde û çareseriya demokratîk pêk bê anîn.

Em ê yek biçin bi hezaran werin. Em yên destpêkê her di bîra xwe de digirin û têkoşîna xwe didomînin. Me bi berxwedanê qezenc kir, niha jî em li ber xwe didin û em ê bi ser bikevin.”