
Pêşangeh pêr êvarê li Galerî Emne Soreke ya Silêmaniyê derizê xwe vekirin û berhemên şêwekar Mihemed Fetah bi navê ‘Di peyîza Silêmaniyê de bêhna xwezayê’ hate pêşandan.
Şêwekar Mihemed Fetah li ser armanca pêşangehê got; “Di pêşangeha îro de nêzî 40 tablo hatine nîşandan. Hemû wêne derbarê xwezayê de ne. Ji ber ku jiyana me hemû ligel xwezayê derbas dibe, min xweza hilbijart. Lê tişta girîng ew e ku em heya çiqasî xwezayê diparêzin. Ji bo ez bikarim peyamekê bigihînim civakê min ev pêşangeh vekir. Peyama min jî ew e ku ez civakê di warê parastina xwezayê de hişyar bikim. Divê em xwezaya xwe biparêzin. Ji ber ku em parçeyek ji xwezayê ne.”
Krîzê derba xwe li hunerê jî xist
Şêwekar Fetah gotinên xwe yên li ser hunera xwe wiha domandin: “Wêneyên min ên di vê pêşangehê de hemû wekhev mezin in. Ji ber krîza darayî di vê pêşangehê de ti kes nikare alîkariya min bike. Lê ji bo vekirina pêşangehê kampanya Mestî Film alîkariya min kir. Hêvîdar im ku dezgehên hunerî û rêveberiyên hunerî alîkariya hunermendan bikin. Da ku bikarin karên xwe yên hunerî pêşkêş bikin. Hunermend dikarin bi rêya hunera xwe xizmeta civaka xwe bikin.”
Payîz werza aramiya ruh e
Hunermend Ebdul Hemeciwan jî der barê girîngiya pêşangehên bi vî rengî de, got; “Vekirina pêşangehên wiha gelekî girîng e. Bi taybetî pêşengehên wiha yên li ser xwezayê û li ser demsala payîzê. Werza payîzê werza hunermend û aramiya ruh e. Şêwekar xwestiye bi awayekî cuda ciwaniya payîzê nîşan bide.”
Hunermend Ebdul îşaret bi wê yekê kir ku divê hunermend her tim li ser karê xwe bixebitin û wiha peyivî: “Nabe ku hunermend raweste. Dema ku hunermend rawestiya hingê yanî ruh mir, dema ku ruhê hunermend jî mir, hingê yanî ruhê miletekî rawestiye.”
Divê karên hunerî yên ciwan her hebin
Şirîn Serdan a li pêşangehê geriya jî li ser pêşangehê got: “Mamosta Mihemed kariye bi rengekî gelekî ciwan xwezayê nîşan bide. Bala beşdaran bibe ser xwezayê. Hêvîdar im ku hunermend di karên xwe yên hunerî de dewam bikin. Guh nedin krîz û pirsgirêkên jiyanê. Ji ber ku Silêmaniyê bajarê rewşenbiriyê ye, divê karên hunerî yên ciwan her hebin.”
RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ