Eşkere bû ku ji 14’ê Adarê ve hikûmeta nû ya Merkel bi rejîma Enqereyê re heta niha bi buhayê nîv milyon Euroyî 5 peymanên çekan pejirandine.

Partiya Çep a Elman, li ser bazirganiya çekan a Elmanyayê ya bi Tirkiye û Erebîstana Siûdî re, pêşnûma pirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kir. Wezareta Aboriyê jî bersiv da pêşnûma pirsê. Wezaretê bi bîr xist ku hikûmeta nû ya Xiristiyanên Demokrat/Sosyal Demokrat a bi pêşengiya Serokwezîr Angela Merkel 14’ê Adara 2018’an dest bi kar kiriye û li ser peymanên çekan ên ji wê wextê heta 30’ê Hezîrana 2018’an hatine erêkirin, agahî da.

Li gorî bersiva wezaretê, 5 peymanên bi Tirkiyeyê re hatine pejirandin ku buhayê wan 418 hezar û 279 Euro ye. Ji 1’ê Çileyê 2018’an heta 13’ê Adara 2018’an, 34 peymanên çekan ên bi Tirkiyeyê re hatin pejirandin ku buhayê wan jî 9,7 milyon Euro ye. Balkêş e ewqas peymanên zêde yên çekan ên bi Tirkiyeyê re di dema êrişa Tirkiyeyê ya dijî Efrînê de hatine amadekirin.

Kêm bûye, lê dewam dike

Rêveberiya Berlînê par bi buhayê 34 milyon Euroyî 138 peymanên çekan bi rejîma Enqereyê re erê kiribûn. Ev hejmar sala 2016’an qederê 83,9 milyon Euroyî bû. Ev agahiyên ku ji aliyê Wezareta Aboriyê ve bi rengekî fermî hatin eşkerekirin, nîşan dide ku peymanên li ser çekan ên Elmanyayê yên bi desthilatdariya Erdogan re salên dawî kêm bûne.

Li gorî hin çavdêran, sedema vê yekê krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ye ku çend salên dawî giran bûye. Lê li aliyekî din jî tê gotin, ji ber ku Elmanyayê di sektora çekan de gelek mafên telîfê dane rejîma Enqereyê, artêşa Tirk dest bi hilberîna çekên xwe kiriye, lewma bazirganiya çekan kêm bûye.

Ambargoya çekan deynin ser Tirkiyeyê

Yek ji wekîlên ku pêşnûma pirs amade kirî, Stefan Liebich, peymanên nû yên çekan ên bi Enqereyê re weke rewşeke ‘sosret’ bi nav kir. Liebich xwest, rêveberiya Berlînê tavilê ambargoya çekan deyne ser Tirkiyeyê.

Elmanyayê mafên telîfê dan Erebistana Siûdî jî û bi vê yekê, firotina çekan a vî welatî jî bi rengê fermî xuya bibe, kêm kir. bi her halî ji xwe di wê serdema bê hikûmetiyê de di nava 10 hefteyan de bi 161 milyon euroyî sîleh firotibûn Erebistanê. Ango diyar e, Elmanyayê bi guhertina cihê hilberînê û firotina mafên telîfê, dixwaze ji minaqeşeyên firotina sîlehan xilas bike.

 

BERLÎN