
Karwanê cenzeyê Cûdî li her bajarê Rojavayê Kurdistanê yê ku di nav re derbas bû ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî ku cenaze ji Dêrka Hemko birin Qamişloyê bi deh hezaran daketin qadan û cenaze ji ber girseya zêde bi zorê derbas kirin. Dîsa li Dirbesiyê û Amûdê bi deh hezaran kes ji malên xwe derketin û cenazeyê Cûdî pêşwazî kirin. Li Serêkaniyê jî cenaze ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşimên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re hate pêşwazîkirin.
Cenazeyê Cûdî li Goristana Şehîdan a gundê Ber Kevirê bi awayeke bi heybet û girseyî hate definkirin.
ANF/SERÊ KANIYÊ