Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Ehmed Mîrza (Lewend Dêrik) ku di bûyera li Geliyê Tiyarê ya Çelêyê jiyana xwe ji dest dabû, ji Meletiyê hate wergirtin û derbasî Roja,vayê Kurdistanê hate kirin. Karwanê cenazeyê gerîla Mîrza li her cihê ku gihiştê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Karwanê cenaze îro gihişt Qamişloyê. Piştî wecibeyên olî li Mizgefta Qasimo ya Qamişloyê pêk hat, bi hezaran kes herikîn ser riya Tirbe Spiyê. Kurdistaniyên ku li benda cenazeyê Mîrza bûn, bi coşeke mezin cenaze pêşwazîkirin.
Ciwanên Kurd, darbesta Gerîla Mîrza danîn ser milên xwe û li nava bajêr meşiyan. Hêjayê gotinê ye ku welatiyên Ereb jî beşdarî merasimê bûn.

Li navçeyê hemû derabeyên dikanan hatibûn girtin û her kes beşdarî merasimê bûn. Cenazeyên Gerîla Lewend li gundê Mame Şûr hate veşartin.

  ANF/QAMIŞLO