Endamê HPG'ê Seyfettin Işik (Rûbar Fırat) ku di operasyona li çiyayê Cudî de jiyana xwe ji dest dabû û biribûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Piştî malbatê ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê da, test bi encam bû. Piştî ku test bi encam bû malbatê serî li dozgeriyê da û cenaze ji morga Meletiyê wergirtin. Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe wergirtin anin Mîdyatê ya Mêrdînê li Mîdyatê bi girseyî defin kirin. Cenazeyê Işık piştî li Mêrdînê bi girseyi hate pêşwazîkirin, bi konvayekê anîn Mîdyatê û birin Mizgefta Îsmaîl Hacî Huseyin. Li vir wecibeyên olî pêk anîn û pişt re ligel barana zêde darbesta Işik li ser milê xwe kirin û birin Goristana Kalo ya Mîdyatê. Girsê darbesta Işik bi rengê kesk, sor û zer pêçan. Malbatê hine çêkirin û xistin tasan. Di merasima cenazeyê Işık de Parlementerê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, endam û rêveberên BDP'ê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girsê di meşê de bê navber dirûşmên "Şehit namirin", "Ey şehit riya te riyame ye" berz kirin. Girsê her wiha dîsa pankarta "Ger ku tecrîta te hebe yê me jî çiyayê me heye" vekir.
Girsê piştî cenazeyê Işık birin goristanê bi diruşme û duayan defin kirin. Girsê piştî cenaze defin kir, ji bo kesên di dêkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Parlementerê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, li ser gorê axaftinek kir û wiha got: "Em hemû kesên bi hestiyar dawetî aştiyê dikin. Ji bo ev xwîn êdî bes biherike divê her kes berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Em bi kuştina hev nagêjin encamekê. Em hemû baş dizanin ku cihê agir dikevê dişewitîne. Şehadeta hevalê me em pir êşandine. Divê bila her kes baş zanibe ku mafê her kesî heye ku mafê xwe yê azadiya ramanê û parastina nirxên xwe bike. "
Bavê HPG'î Seyfettin Işik (Rûbar Fırat) Mehmet Işik jî anî ziman ku kurê wî leheng bû û wiha got: "Kurê min ji bo gelê xwe têkoşiya. Ne tenê kurê min, kurê hemû gel e. Ez ji her kesên ku tev li merasime bûme spasiya xwe dikim."
Girsê pişt re çû mala şînê ya ji bo Işık hatiye vekirin ziyaret kir. 


DÎHA/MÊRDÎN




Li Mexmûrê  merasim

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê merasîma bîranînê ji bo Fermandarê Cûdî Rûbar Mêrdîn bi beşdariya bi sedan kesan hat lidarxistin. Li Saziya Malbatên Şehîdan merasîmeke girseyî hat lidarxistin. Merasîm bi beşdariya bi sedan şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo giyana hemû şehîdên Kurdistanê hat destpêkirin. Di merasîma bîranîna endamê Konseya Leşkerî ya HPG Rûbar Mêrdîn ku di kanûna 2011’an de li çiyayê Cûdî di encama operasyona artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniya HPG’ê hat xwendin.

MEXMÛR