Navenda çandê li Zozana Meydanuk bi dirûşma 'Li hember qirkirina çandî, berxwedana çandî' kamp dan destpêkirin. Xebatkara navenda çandê Xezal Sari diyar kir ku ji bo wan Tîrmeha 2012'an xwedî cihekî girîng e û wiha got: "Li ser banga Rêber Apo di sala 1999'an de koma aştiyê li vir hatin. Bi qasî ku tê bîa me serokwezîrê Tirkiyeyê di sala 2010'an de hate li vir lê ji tirsa newêribû serê xwe ji mewziyê derxe. Her wiha di sala 2012'an de ev qad bi temamî ket destê gerîla. Ev qad ji bo me girîng e. Kampa me dê sê rojan bidome. Di nava sê rojan de çalakiyên hunerî yên wekî; muzîk, şano, şevbêr, sînema, panel û gotûbêj bên lidarxistin. Hêviya min ew e ku salên pêş jî xebatên bi vî rengî bidomin."
Xebatkarên çandê bi awayekî komunal ji axê peyker çêkirin. Piştre heta nîvê şevê govend hatin gerandin. Ciwanan bi sporê dest bi rojê kirin. 4 wesayîtên zirxî ku aydî Tabura Garê ne li ser riya kampê rawestiyane û kontrola nasnameyan dikin. Her wiha Pira Xiyalê ku nêzî navenda navçeyê ye leşker û polîs kontrola nasnameyan dikin.
DÎHA/COLEMÊRG