FÎRAS ÎBRAHÎM/MÎDYA HENAN / ANHA/ŞEHBA

Navenda Çand û Huner a Herêma Efrînê vîdeoklîpeke bi navê “Banga Neteweyî” bi hevkariya 22 hunermendan çêkir. Piştî xebata 3 mehan, navendê ev karê xwe yê di çarçoveya piştevaniya xebatên yekitiya navmala Kurdî de, bi dawî kir.

Di vê xebatê de hunermend Ciwan Hesen, Niyazî, Mihemed Bilko, Rêzan Bekir, Fatme Bîlal, Xedîce Xelîl, Deyan Xelîl, Yasmîn Koşan, Ayhan Gorsê, Bilind Îbrahîm, Çopî Fetah, Xelîl Xemgîn, Diyar Dêrsim, Şivan Perwer, Dilovan, Bangîn, Mizgîn Tahir, Sefqan Orkêş, Stêrvan Bozan, Nesrîn û Denîz Deman cihê xwe girt.  Ciwan Hesen gotinên stranê nivîsandin, awaza wê jî ya Mihemed Bilko ye û derhênerê klîpê jî Mesûd Krad e.

Endamê Navenda Çand û Huner a Kantona Efrînê, Ciwan Hesen dibêje, berhema wan bi piştgiriya hunermendan ji bo hewldanên yekitiya Kurdan hatiye çêkirin: “Ji ber rewşa dagirkerî û komkujiyên li ser gelê me, me ev berhem bi hedefa hişyariya li ser yekitiyê amade kir da ku parastina destketî û berxwedana li dijî dagirkeriyê bikin.”

Hunermend Xedîce Xelîl dibêje, rol û rista hunermendan di hewldana yekitiya nîştimanî de pirr girîng e. Hunermend û rewşenbîrên Kurd beriya mehekê însiyatîfek li bajarê Elmanyayê Kolnê bi hedefa piştevaniya kedên ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê û yekitiya neteweyî ya kurdî, dabû destpêkirin.