Bi tabloyan êşa civakê
SEMÎRA ŞEHABÎ ROJNEWS/SILÊMANÎ
Jina ciwan a şêwekar Lerê Necmeddîn bi tabloyên xwe dixwaze kesên di nava civakê de hatine paşguhkirin û jinên ku rastî şideta mêran hatine, bi hunerê xwe darîçav bike û balê bikişîne ser wan. Şêwekar Lerê Necmeddîn a 20 salî, li navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê jidayik bûye. Lerê Necmeddîn niha xwendekara pola 3’ê ya beşa Şêwekarî li Koleja Hunerî ya Zanîngeha Silêmaniyê ye. Di tabloyên xwe de balê dikişîne ser wan kesên ketine nava xweşiya derûnî û her wiha jinên ku rastî şideta mêran hatine. Jinên ku têzav bi rûyên wa de hatiye rijandin. Lerê Necmeddîn dibêje, huner nîvê jiyana wê ye û wiha dipeyive: “Huner û şêwekarî bûye beşeke esasî ji jiyana min. Bi vê rêyê, ez dikarim tiştên di fikra min de derxînim holê. Ez dixwazim bi rêya tabloyên xwe balê bikşînim ser wan jinên rastî şidetê hatine û têzav bi rûyê wan de hatiye rijandin.”