Li ser bersivdayina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) doh di saetê êvarê de li Serêkaniyê şerekî dijwar rû da.
Komên çete yên bi deste Tirkiyeyê hatine tanzimkirin li Serêkaniyê êrîşî gel dikin êrîşên xwe didomînin. Piştî ku koma çete di 18'ê Mijdarê de bi mudaxeleye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin belav kirin doh careke din di ser Tirkiyeyê re êrîşî Serêkaniyê kirin.
Hat hînbûn ku komên çete ên li deverên din wesayitên leşkerî û tankên artêşa Sûriyeyê bidest xistine di deriyê sînor ê Akçakaleyê re derbasî Tirkiyeyê bûne û doh danê êvarî di ser Tirkiyeyê re derbasî Serêkaniyê bûne û şerekî dijwar dest pê kiriye. Hat hînbûn ku komên çete yên bi 7 tank û 50 wesayitên leşkerî ketine Serêkaniyê bi berxwedaneke tund a YPG'ê re rû bi rû mane û dema nûçeya me dihate amadekirin şerê dijwar berdewam dikir.

Berê tankan dan Qamişloyê

Piştî tevgera leşkerî ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê berê tankên li ser sînor hatine bicihkirin da Qamişloyê. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di rojê dawî de tevgera leşkerî zêdebû. Li 2'emîn Tabûra Sînor ya Qişleya Kenan Dalbaşar jî wesayîtên zirxî hatin zêdekirin û li Qereqola Demîrtepe ya li ser sînor jî tank lê hatin bicihkirin. Berê tankên li ser sînor hatine bicihkirin dan Qamişloyê.
Li aliyê din hate hînbûn ku di çerçoveya amadekariyên dewleta Tirk ên êrîşkirina rojavayê Kurdistanê de beldeya Şenyurt a girêdayî Qoser a Mêrdînê ku li ser sînor e wê di demeke kin de were valakirin. 

RIHA