TUAD'ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser girtîgehan li Stenbolê çalakî lidarxist. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku beyî ku bi Ocalan re hevdîtin pêk werin, çareserî ne mimkûn e. Bi heman armancê li Îzmîrê jî endamên Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) çalakî lidarxistin. Li Navçeya Mêrdîn Kerboranê jî meşeke bi meşale pêk hat.
Li hemberî polîtîkaya tecrîdê ku hukûmeta AKP´ê li  Ocalan dimeşîne nerazîbûn dewam dikin. Endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re TUAD´ê ku her heftê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo balê bikşîne ser  rewşa girtiyên nexweş çalakiyan lidardixe, vê heftê jî li ber Girtîgeha Bakirkoyê li hev kom bûn. Di çalakiyê de pankarta "Em hucreyan perçe bikin aştiyê biaxivin" hate vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Beşdarên çalakiyê her weha bi sloganan polîtîkaya tecrîdê û zextên li girtîgehan tên meşandin şermezar kirin. Dayîkên Aştiyê û rêveberên BDP'ê jî piştgirî dan çalakiyê.

Tecrîda giran salek derbas kir
Li ser navê komê Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan daxuyanî xwend. Taşdan, diyar kir ku bi polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin gelê Kurd bitepisînin û wiha got: "Dema mirov berê xwe didê Birêz Ocalan, 13 salin di bin şertên û mercên giran de bi tecrîdeke dijwar re rû bi rû ye. Ev saleke li dijî Ocalan bi polîtîkayeke taybet tecrîd tê meşandin." Taşdan, anîn ziman ku ji bo rewşa aloz bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe navnîşan Îmrali ye û wiha axivî: "Riya ku rondikên çavên dayîkan bê rawestandin Brêz Abdullah Ocalan e. Em vê yekê careke din ji hikûmeta AKP'ê û rayedarên dewletê re dibêjin." Taşdan di axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û zextên li dijî girtiyan, daxweza xwe ya ji bo girtiyên nexweş careke din dubare kir û xwest ku girtiyên nexweş serbest bên berdan. Taşdan, da zanîn ku berpirsiyarê binpêkirinên mafên mirovan ên girtîgehê hikûmeta AKP'ê ye.  Çalakî, piştî daxuyaniyê bi sloganan bi dawî bû.

Ji girtiyên siyasî re azadî
Li Îzmîrê jî endamên Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) bi heman armancê li Kolana Alsancakê daxuyaniya çapameniyê dan. Di daxuyaniyê de li hemberî tecrîdê û zextên li dijî girtiyan nerazîbûn nîşandan. Di daxuyaniyê de pankarta "Emê li dijî tecrîd û eşkenceya li girtiyan bêdeng nemînin" hate vekirin û der barê binpêkirina mafan de nivîs û karîkatûr hatin hildan.

Li Kerboranê êrîşa polîsan
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî pêr êvarê komeke qelabalix ji bo protestokirina tecrîdê meşeke bi meşale lidarxist. Komê bi sloganan tecrîd protesto kir û bi slogana "Bijî Serok Apo" dilsoziya xwe ya bi Ocalan re nîşan da. Polîsan bi bombeyên gazê û ava bi şid êrîş bir ser ciwanan. Li ser vê yekê koma çalakgeran bersîv da û li kolanan şer û pevçûn demeke dirêj dewam kir.  

NAVENDA NÛÇEYAN