
Ji ber tecrîda li Îmraliyê Ocalan nikare bi rehet bêhnê bigire û weke din jî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dijî. Ji bilî van jî di 2007'an de jî bi jehrîkirinê re rû bi rû ma.
Ji ber tecrîd, îzolosyan, hewa bi rûmet û odeyên ku tavê nabîne tenduristiya Ocalan her ku diçe nebaş dibe û nexweşiyên ku li Îmraliyê peyda bûn jî her ku diçe mezin dibin. Her wiha ji ber şert û mercên girava Îmraliyê nexweşiyên nû li Ocalan zêde bûn. Ji ber vê yekê jî çavê gelê Kurd her tim li Îmralî bû û her tim ji bo Îmralî çalakî pêk anîn. Di adara 2007'an de parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser tayên porê Ocalan lêkolîn kir û diyar kirin ku Ocalan hatiye jahrkirin. Piştî vê yekê çave her kesî çû ser Îmralî û tenduristiya Ocalan. Her wiha piştî ku cihê Ocalan hate guhertin û derbasî girdîgeha nû ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind ji ber ode biçuk bûn û pir kûr bûn rêjeya ritûbeta odeyê ji sedî 75 bû. Parêzeran ji ber vê yekê serî li Odeya Tabîban û Komîteya Astengkirina Îşkenceye (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan û xwest lêkolîn bê kirin. Ocalan, diyar kir ku li gel hemû şert û mercan dê di ber xwe bide.
Ocalan di 7'ê Adara 2007'an de bi parêzeran re hevdîtin pêk anî û der barê tenduristiya xwe de agahiyên fireh dan. Ocalan, anî ziman ku yek jê profesor 2 doktor hatine Îmraliyê û ji xwîn û îdrara wî minak girtine. Ocalan, destnîşan kir ku odeya wî berê hatibû boyakirin û gumana ku ji odeyê jahrînî bûbe heye. Ocalan, destnîşan kir ku ji bo dewlet xwe ji vê yekê pêk bike divê lêkolînê bike û ji Wezîrê Dadê Cemîl Çîçek Heyetên tenduristiyê yên Tirkiye û Ewropayê xwest ku heyetan ava bike û li Îmraliyê lêkolînê bikin. Piştî vê daxuyaniya Ocalan, di nîsana 2007'an de 20 roj cezayê hucreyê li Ocalan hate birîn. Ocalan li aliyeki bi tenduristiyê de di nava têkoşînê de bû, li aliyê din teclîda liser wî girantir bû.
Tirkiye hat hişyarkirin
Parezerên Rebêrê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kirin ku bi boneya tecrîd û sîstem Îmraliyê, şert û mercên hewayî giran bûne, bi Ocalan re nexweşiyên kronîk yên wek "xwirandina pî û çîpan, mantar, bênefesî, xwirina çerm, xwînkirin, qalikgirtin û gelek nexweşiyên din" zêde bûn û didome. Parezerên Ocalan ev nexweşî û rewşa Ocalan birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DEMM). Parezêran di serîlêdana xwe ya li DEMM'ê kirin de bal kişandin ser pirsgirêkên tendûristiyê û gotin ev pêk anîn pêk anînin xirabin. Serîlêdanên wek saziyên ser bi xwe yên wek Yekîtiya Tabîbên Tirk (YTT) û Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyê yên ji bo girtîgeha Îmraliyê lekolîn bikin hatin ret kirin. Tenê saziya CPT'ê lekolîn kirin û rapor amadekirin. Di rapora CPT'ê ya 23 tîrmehê sala 2007 hate aşkerê kirin de ji Tirkiyê re peşniyara girtîgehan de ekîpmanên girtîgehan de jiyan xilas bikin amadek bike kir. Di rapora CPT'ê de bal kişandina kemasiya tekiliyên tendûrstvanên bi Ocalan re eleqe dibin hate kirin û ji bo ev rewş ji holê bê rakirin peşniyar hatibû kirin, hate xwestin ji bo nexweşiyên difin, gewrî û guh Ocalan bi muayaneyêk baş derbas bibe. Di raporê de peşniyariya doktorên her roj Ocalan muayînê dikin neyê guhertin û destura gerandina hucre û odaya nêzîkê hucreya wî serbest bê kirin hate kirin. Di raporê de peşniyarên wek Ocalan bibe xwedî televîzyon jî hatibûn kirin.
Zextên li ser Ocalan yên ku bi tecrît, îzolasyon û rewşa hewayê tenduristiya wî dixin xetereyê 11 salin didomin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku pirsgirêkên tenduristî yê dikşîne, piştî sala 2008'ên de rastî êrîşên fîzîkî hat. Porê wî bêy îrade ya wî hat jêkirin û gorî bi navkirina wî li "tabut" a wî Ocalan avêtin erdê û li hucreyê ligerîn pêkanîn. Gelê Kurd li dijî pêkûtiyên li ser Ocalan bertek nîşan dan. Ew êrîşên li ser Ocalan çareseriya di pirsgirêka Kurd de xist xetereyê. Ji ber vê rewşê, girîngiya 3 xalên ku Ocalan ji bo çareseriyê nîşan dane zêde dibe û çavan dikşîne li ser rewşa AKP'ê ye.
ÇAGDAŞ KAPLAN - DÎHA - STENBOL
Tevgera Jinan a Demokratik û Azad (DOKH) li dijî astengkirina hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi parêzeren re ku ev 6 hefte ye didome nerazîbûn nîşan da û daxuyaniya „Jinên Kurd nêzîkatiya li birêz Ocalan weke sedema mirin û jiyanê dihesibînin. Tenduristiya Ocalan tenduristaya me, ewlehiya wî emlehiya me û azadiya wî azadiya me ye. Em ji bo ku hebûn û azadiya xwe biparêz in bedalên ku heta niha me dane nîşana bedelên ku em dibin e“ dan.
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nerazîbûn her diçe zêde dibe. Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad (DOKH) bi gotinên tund nerazîbûna xwe anî ziman. DOKH’ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê pirsgirêka Kurd li şûna ku bi riyên demokatîk çareser bike bi îmha û înkarê dixwaze çareser bike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku polîtîkaya xapandinê ya AKP’ê ketiye pêvajoyeke xetere û bi van êrîşan tê xwestin ku Kurdan careke din bêstatu bihêlin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: „Aliyê herî xetere ya vê siyasetê jî tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan e. Em vê li dijî îradeya gelê Kurd weke êrîşeke qebûl dikin. Jinên Kurd û gelê Kurd gelek caran nîşan dane ku nêzîkatiya li birêz Ocalan weke sedema jiyan û mirinê ye.“
Di dawuyaniyê de hate gotin ku helwadên aştiyê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nayêdîtin û wiha hate berdewamkirin: „Em hem weke gelê Kurd hem jî jinên Kurd îradeya xwe ya siyasî ku xwezaya statuya me ya siyasî ye sedema hebûna xwe dihesibînin. Ji ber vê yekê jî divê bê zanîn ku em tecrîda li ser birêz Ocalan dikin sedema têkoşîna xwe ya siyasî. Em tenduristiya wî tenduristiya xwe, ewlehiya wî ewlehiya xwe û azadiya wî azadiya xwe dibînin. Em ê weke jinên Kurd li dijî hemû êrîşên Îran-Iraq û Tirkiyeyê yên ku dixwazin Kurdan û jinên Kurd bêstatu bihêlin li ber xwe bidin. Bedelên ku me heta niha ji bo parastina hebûn û azadiya xwe daye nîşanên ku bedelên em bidin in. Li ser vê esasê em bang li hemû jinên Kurd dikin û dixwazin li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevahî li ber xwe bidin.“ Di daxuyaniyê de bang li Tevgera Jinên Tirkiyeyê jî û hate gotin ku divê li ser bingeha tayînkirina qedera jiyana demokratîk berxwedanê pêş bixînin.
ENQERE
Ciwanan astengkirina hevdîtinê protesto kir
Li Edeneyê komeke ku xwestin astengkirina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran re û operasyonên leşkerî bi çalakiyeke şermezar bikin rastî êrîşa polîsan hatin. Ciwanan jî bi motolof, kevir û fîşekên hewayî ve bersiv dan polîsan,
Li taxa Daglioglu ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi sedan ciwanên ku duh şevê hatin cem hev xwestin astengkirina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran re û operasyonên leşkerî bi çalakiyeke şermezar bikin. Ciwan heta Qereqola Polîsan a Dagliogluyê meşiyan. Polîsan destur nedan ciwanan û bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û ava şid êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi motolof, kevir û fîşekên hewayî ve bersiv dan polîsan. Bûyerên ku derketin heta saetên dereng ên şevê berdewam kir piştre bu dawî bûn.
EDENE