Bi têkoşîna jinan sînema

Haberleri —

DUYGU EROL / JINNEWS / ENQERE


Berovajî filmên ji kuştinên jinan, şidet û piçûkxistina jinan re zemînê ava dikin, senarîst û derhênerên jin jî yên ji têkoşîna jinê tên jî hene. Me hinek filmên ji piştevanî û dîroka jinê îlham wergirtine kirin rêz. 



  

Veger (Volver)

Veger filmeke sala 2006’an e û bi parastina zarokekê ku rastî îstîsmara cinsî ya hevjînê dayika xwe tê, dest pê dike. Di filmê de rewşa rengîn a piştevaniya jinê tê dîtin. 

 

Suffragette 

Suffragette sala 2015’an hatiye kişandin û têkoşîna jinan a mafê dengên wekhev tê vegotin. Film cih dide têkoşîna li dijî hikumeta Ingilistanê jî. 

 

Difret (Cesaret)

Dîfret sala 2014’an hatiye kişandin û  têkoşîna Hîrut a 16 salî ya sala 1996’an li Etîyopyayê, ya li dijî mêran vedibêje. Di çîroka Hîrutê de xweparastina tê vegotin.

 


Kulîlka çolê

Film sala 2009’an hatiye çêkirin. Di filmê de serpêhatiya Warîs Dîrîe ya 12 salî tê vegotin. Warîs li Somaliyê ye, hatiye sinetkirin, her wiha çawa hîn dibe ku bi mêrekî kal re hatiye zewicandin, direve. Di filmê de rastiya sineta jinan balê dikişîne ser xwe.

 

Dudilî

 Dudilî (Teredut) sala 2016’an de hatiye kişandin û jiyana Şehnaz û Elmasê yên li cihên cuda û bi çandên cuda jiyane, ya li odeyeke nexweşxaneyê tên cem hev, vedibêje. 

 

Toz Bezi

Toz Bezî filmeke 2015’an e û serpêhatiya Nesrîn û Xatunê yên li Stenbolê wek karkerên navmalê dixebitin û bi piştevaniya jinê dijîn, vedibêje. 

 

Persepolîs

Persepolîs filmeke anîmasyon a sala 2007’an e û ji çavê Marjane ya piçûk behsa rejîma Îranê dike.

Hinek fîlmên din ên bi awira jinê jî ev in: Ida, He Named Me Malala, Îşe Yarar Bîrşey, Çekmeceler, The Iron Lady, Help, Made in Dagenham, Kahîre 678, Frida, Vecide…

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.