Engîzek der barê tevlibûna xwe ya YPG’ê de axivî û diyar kir ku hevaleke wê ya Kurd li ser armancên YPG’ê jê re axiviye û li ser vê yekê wê YPG nas kiriye. Engîzek diyar kir ku bi naskirina YPG’ê re ew tevli refên YPG’ê bûye û wiha got: “Ji ber ku ez zewicîbûm, ez rastî astengiyên hevserê xwe û malbata xwe hatim. Ji min re digotin ev bê sebeb şer dikin. Lê min guh neda malbata xwe û min hewl da ku ez wan ji nêz ve nas bikim. Hevalên min ez bi şervanên YPG’ê dam naskirin. Dema ku YPJ hat avakirin, ez pişt re tevli YPJ’ê jî bûm. Min wê demê rastiya damezirandina hêza YPJ’ê û têkoşîna wê ya li dijî desthiladariya zilam ji nêz ve nas kir.’’
Engîzek li ser perwerdeya ku standiye jî wiha got: “Destpêka ez tevli bûm, perwerdeya li ser dîroka herêmê bi giştî û gelê Kurd hatin dayîn. Di perwerdeyê de min fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a ji bo mirovahiyê ji nêz ve nas kir. Her wiha li ser dîroka jinê jî em hatin perwerdekirin. Di encama perwerdeyê de min rastiya cewherî ya jinan nas kir. Ji ber vê min di têkoşîna YPJ’ê de hîn zêdetir rastiya jinan nas kir.’’
Engîzek da zanîn ku bi perwerdeya leşkerî û siyasî ku dîtiye êdî dikare tevli parastina herêmê ya li dijî êrîşan bibe û wiha bi dawî kir: “Her ku diçe hêza min zêde dibe û ez dikarim parastina rûmeta gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd ê ku bi hezar salan e bi gelê Ereb re di nava biratiyê de ne bikim.”
AXÎN WELAT/ANHA/EFRÎN