Cangoriyên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li bjarê Elmanyayê Freiburgê û li paytexta Swêdê Stockholmê hatin bibîranîn.

Civîna bîranînê ya li Freiburgê ji bo bibîranîn şehîdên Cotmehê bû û ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Freiburgê û Meclîsa Jinê ya Nûda ve hate organîzekirin. Civîn bi beşdariya 300 kesî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat.

Hevseroka KOMAW’ê Dayika Şengê piştre axivî û got, “Bi saya bi hezaran lehengên bê nav, têkoşîn gihîştiye vê astê. Heger em dixwazin xwedî li wan derkevin, divê em bi erk û berpirsyariya xwe rabin.”

Şengê bi dewamî got, “Doza me ya herî mezin ku me daye şehîdan, biserxistina vê armancê ye. Weke dayikekê, ez ê heta mirinê ji bo vê yekê têbikoşim.”

Piştîminaqeşeya li ser wate û girîngiya rojê, di dawiyê de jî xwarina xêrê li beşdaran hate belavkirin.

 

Şehîdên Çewlik û Dersimê

Gerîlayên ku di 17’ê Tebaxa îsal de li Çewlikê şehîd bûbûn, fermandara YJA Starê  Dîcle Zafer (Raîfe Elmas), Ferhad Rodî (Saygi Aydin), Reşît Çewlik (Veysel Alparslan), Yona Dersim (Erol Ûlûca), Zîn Xweza (Sûna Acû) û gerîlayên ku 17’ê Îlonê li devera Rojdere ya Dersimê şehîd bûbûn Arjîn Malazgîrt (Asli Akin), Azîme Çinar (Fatime Saltan), Dîcle Gilîdag (Kesîre Bîlîcî), Safkan Ardahan (Muhammed Aşçi) li paytexta Swêdê Stockholmê hatin bibîranîn.

Piştî sînevîzyona li ser şehîdan, Hevserokê NCDK ya Stockholmê, Latîf Cebe diyar kir ku 9’ê Cotmehê roja destpêka komploya li dijî Ocalan û gelê Kurd e û got, “Di vê pêvajoyê de gelek têkoşer şehîd dibin. Dolsoziya bi şehîdan re, ya bi Rêber Apo re ye. Xwedîderketina li şehîdan tê wateya azadiya Rêber Apo. Ne bi girî û şînê, em bi têkoşînê dikarin layîqî wan bin.”

 

STOCKHOLM/FREIBURG