Ozcan Diyarlar bajar bi bajar digere û li kuçeyan li tembûrê dide. Li Taksîma Stenbolê polîsan tembûra wî şikand lê belê dîsa jî dev ji stranan berneda. Diyarlar niha li kolanên Izmîrê stranên Kurdî distrê.
Ozcan Diyarlar ku ji Qereqoçana Xarpêtê ye, ev zêdetirî 7 salan e ku li kuçeyan bi Kurmancî û Kirmanckî distrê. Ozcan Diyarlar ji biçûkatiya xwe ve bi muzîkê re elaqedar e û ji bo ku tembûrekê bikire li qehwexaneyan û di karên cuda de dixebite. Beriya bi 20 salan, hevalekî wî yê berasteng, tembûrek diyarî wî kir, lê belê li Taksîma Stenbolê polîsan ew tembûra wî şikand. Lê li gel êrîşên polîs û zabiteyan jî Diyarlar bajar bi bajar digere û stranan dibêje. Diyarlar, piştî Edene, Enqere, Antalya û Stenbolê niha jî li Kuçeya Çarşiyê ya navçeya Karşiyaka ya Izmîrê distrê. Diyarlar da zanîn ku ew li kuçeyan hînî tembûrê bûye û ji ber ku ew bi Kurdî distrê bala gelek kesan dikişîne.
Bi tembûra şikandî
Diyarlar anî ziman ku piştî perwerdeya mehekê wî li kuçeyan perwerdeya xwe domandiye. Diyarlar diyar kir ku li gel Kurdî ew carinan bi Tirkî, Romanî, Erebî jî stranan dibêje.
Diyarlar dest nîşan kir ku gelek caran ew li kuçeyan bi zext û zordariyan re rû bi rû dimîne û bi taybetî jî dema ew stranên bi Kurdî dibêje, bi muameleyên kêfî yên polîsan re rû bi rû dimîne.
Diyarlar li ser mijarê got, “Li Stenbolê carekê li kuçeyan bûm. Mi distirand. Mirovan govend digerand. Min carekê dît ji nişka ve hawirdora min bi panzer û polîsan hat girtin. Polîsan got ‘em bin û tu bi Kurdî bistrê’ û bi cop û pehînan êrîşî min kirin. Wê kêliyê ji bo xisar negihîje tembûra min, min ew baş hembêz kir. Bi zorê ji destê min wergirtin û li erdê xistin. Dizanim heke min bi Tirkî bigota dê wisa nekirana. Lê dema tu bi Kurdî bistrênî demildest êrîş dikin. Li nav Taksîmê tembûra min şikandin. Min parçeyên wê berhev kirin û ew temîr kir. Niha bi tembûreke şikandî distrêm û ez ê dev ji vê bernedim.”
Ez serbilind im
Diyarlar anî ziman ku dema ew stranên bi Kurdî dibêje li dora wî mirov govendê digerînin û ev yek ji bo wî tiştekî pir watedar e û wiha domand: “Heke li vî welatî tu nikarî bi awayekî azad tiştekî bikî, nexwe ew welat bê çare ye. Ditirse. Lê belê hay ji aştiyê nînin. Heke ji hemû derdorên civakê mirov li vir govendê digerînin, nexwe bi her awayî aştî pêkan e.” Diyarlar dest nîşan kir ku li gel hemû zext û zordariyan jî ew ê dev ji stranan bernede û wiha axivî: “Bi vî hunerê xwe serbilind im. Reaksiyona gel erênî ye, lê belê hikûmet zextan dike. Bila kes nijadperestiyê neke. Bila mirov bi zimanê xwe biaxivin. Ma ji ber ku ez Kurd im qey dijmin im? Ma qey nijadperest im? Ma ev dê heta ku derê biçe? Di Îslamiyetê de jî tiştekî wisa tine ye. Derdê min ne navdarî yan jî albumekê derxim. Ji ber ku ji stranên Kurdî û tembûrê hez dikim, ez bi vî hunerî re bilî dibim. Ez ê li her waî muzîka xwe bidomînim.”
DÎHABER/ÎZMÎR