Îro roja 7´an a nobeta Wijdan û Edaletê ya parlemanterên HDP´ê ye û doh di çalakiyê de berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr got, “Bila gelê me baş zanibe; em li vir in û tiştekî ku em xwe jê vegirin nîne.” 

Nobeda “Wijdan û Edaletê”, ku Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka Ekîn Ceren a li Amedê digirin, di roja 7. de ye. Hêzên dewleta Tirk ku çar aliyên bajêr dagir kirine, nahêlin gel biçe serdana parlamenterên HDP’ê. Lê belê tevî vê astengiyê jî çalakî û serdan dewam dikin.

Wekîlên çalakger, bi berdilka spî ya bi nivîsa “Wijdan û Edalet” tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya rojane ya li ser çalakiyê bûn. Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr li vir axivî û got, “Malbatên gelek ciwanên li Sûr û Cizîrê jiyana xwe ji dest dayî, hê nekarîne cenazeyên xwe rakin. Ji reng û nêrîna vî gelî ditirsin. Ji bilî tirsê tiştekî wan nemaye. Dereweke ku karibin bikin jî êdî nikarin peyde bikin. Ev nobet her wiha rabûna li ber tecrîdê ye.”


Ji rastiyê ditirsin

Baydemîr, manşeta rojnameyeke AKP’ê ya li ser çalakiya wan nîşan da, îşaret bi ser zextên li dijî çapemeniyê kir û got, “Ev ji hemû mixalifên ku dengê me didin bihîstin, ditirsin. Bila gelê me baş zanibe; em li vir in û tiştekî me ku em xwe jê vegirin, nîne.”

Baydemîr tirsa Enqerê ji çalakiyê wiha weke ku ta bi derziyê ve bike rave kir: “Ji doh ve Enqere bi ser hêzên ewlehiyê yên vir de hildibe. Ji cumbuşê jî ditirsin. Dibêjin, ‘hêmana sûc e’. Hûn dizanin çima? Ji ber ku ji sazê ditirsin. Ji saza Selahattîn Demîrtaş ditirsin, bila bitirsin, ji ber ku em heq in. Ti kes nîne ku em bispêrin axê. Teqez faşîzma vê serdemê jî wê bi paş ve biçe.”


Çalakiya me wê neqede

Baydemir îşaret bi sirara xwe ya azadiyê û edaletê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çalakiya me wê neqede. Em ê alayê bidin Stenbolê. Stenbol heta ku jê were wê dengê wijdanê gur bike, piştre dor were Wanê, Egeyê, Izmîrê. Heta ku aştiyeke bi rûmet were, heta ku li Sûrê hilweşandin raweste, ev têkoşîn wê dewam bike.” 


 AMED