Li navçeyên Mêrdînê Nisêbîn û Kerboranê, li navçeyên Şirnexê Silopiya û Cizîrê û li navçeya Amedê Sûrê, berxwedana birêveberiyên xweser û miletê Kurd dewam dike. Li Silopoya û Cizîrê malên welatiyan tên dagirkirin, depoyên avê rastî êrîşan tên, li Kerboranê jî xelkê bi çalakiyên xwe çekdarên Tirk û dewleta Tirk pûç kir û nîşanî da ka kî berx e kî beran e. 

Ji pêr ve ji bo şikandina nobeta berxwedanê ya gel li taxên Zeynel Abîdîn û Qijlê yên li Nisêbînê ku nakevin ber qedexeyê jî hewldana dorpêça polîsan a bi wesayîtên zirîhpoş û tîmên taybet didome. Tîmên taybet her du tax jî dorpêç kirin, ji wesayîtên zirîhpoş, Cadeya Onder a ku taxan bi hev ve girê dide û kolanên derdikevin rê gulebaran kirin.

Li ser van êrîşana gel li taxên Qijlê û Zeynel Abdîn ketin xweparastinê. Wesayîtên zirîhpoş yên li ser rêya Onder disekînî li ser berxwedana gel vekişiyan, li derdora Goristana Hecaciyan dorpêça wesayîtên zirîhpoş didome.


Kerboran dorpêçê pûç dike

  Li navçeya Mêrdînê Kerboranê jî ev 8 roj in qedexe dewam dike, li dijî gel êrîşên hêzên dewletê jî her diçe zêdetir dibin. Li dijî êrîşan gel jî bi bendan li ber xwe didin û bi biryar in berxwedanê xurtir bikin.

Li navçeyê doh piştî ku li taxa SafayêQereqola Cenderme ya Navçeyê top avêtin taxê, li dijî wê çalakiyeke bi roket hat lidarxistin. Piştî êrîşê şerekî demkurt derket. Hate zanîn ku gelek ambulans sewqî qereqolê hatine kirin, lê derbarê hejmara kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.


Taktîkên çekdarên Tirk ên dijminê insanan in

Li navçeya Şirnexê Silopiyayê terora dewletê bênavber didome, tîmên taybet doh êrîşî depoya avê kirin. Depoya avê ku li taxên Barbaros, Başak, Nuh û Cûdiyê avê belav dike, bi çekên bombeavêj hate teqandin. Piştî teqîna depoya avê, malên derdorê di bin avê de man. Welatiyên ku li van malan dimînin hatin tahliyekirin.


Sîlopî li dijî qedexeyê meşiya

Welatiyên Sîlopiyayê li hemberî qedexe û êrîşên çekdarên dewletê derketin kolanan û meş li dar xistin. Piştî meşe leşkeran êrîşî welatiyan kirin û 3 welatî hatin binçavkirin. Li Zaxoyê jî hate zanîn ku ajokarên xwestin piştgiriyê bidin Cizîr û Sîlopiyê ji aliyê peşmergeyan ve hatine astengkirin.


Li Sûrê ji heman malbatê 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Amedê Sûrê terora hêzên dewletê dewam dike. Li taxa Hasirliyê ku doh êrîşên giran lê hatin kirin, hêzên dewletê bi bombeyan êrîşê 3 malan kir. Ji ber bombeyan di malan de xisarên mezin çêbû û li malekê ji heman malbatê 7 kes bi parçeyên şarapnelê birîndar bûn. Hate zanîn ku di nav birîndaran de zarokek jî heye û birînên du kesan giran in.  


 NAVENDA NÛÇEYAN