Çalakiyên greva birçîbûnê ya li diji tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiye, Kurdistan û li hepsan dewam dikin.

Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ji 27'ê Mijdarê ve dest bi çalakiya birçîbûnê ya 10 rojan dorveger kiriye. 6 girtiyên jin ên li hepsa Xarpêtê bi heman armancê ev 49 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ne. 3 girtiyên din yên li Hepsa Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bedorveger kir. Hepsiyênbi navê Metîn Serhat, Musa Candemîr û Harûn Alkan bi rêya malbatên xwe ragihand ku 17'ê Kanûnê wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kiriye, heta ku encamekê bistînin wê çalakiya xwe bidomînin.

Rojê du saet avê didin

Li Hepsa Tîpa T ya Jinan a Rihayê jî 12 jin di çalakiya dorveger a greva birçîbûnê de ne. Hat ragihandin ku jimartina li ser piyan li hepsiyan tê ferzkirin û rojê du saetan tenê avê didin wan. Hepsiyên bi navê Zozan Çay, Leyla Teymur, Elif Karadag û Dîcle Nur Ozdemîr jî ji ber greva birçîbûnê sewqî hepsên cuda hatine kirin.

Li Hepsa Tîpa T ya Rihayê jî Serdar Altaş, Fadil Şêx Alî, Zubeyîr Paksoy û Semîh Altun çalakiya greva birçîbûnê weke koma sêyemîn dewr girt. Du rojan carekê li qawîşên çalakgeran lêgerîn pêk tê.

 

NAVENDA NUÇEYAN