Şêniyên Hesekê û gundê wê cenazeyên şervanên YPG’ê Hisên Seyîd (Ebû El-Zemen) û Umer Remaedan (Bedran Hesekê) ên 30’ê nîsanê di berxwedana Til Temir de jiyana xwe jidest dan, Şervanê YPG’ê Ferec Ibrehîm û Endama Asayşa Jinan Rehşan Elî Ehmed ( Canda Fida) û welatiyê sivîl Ehmed Dawid Şêxmûd ên di encama êrîşa çeteyan a li ser bajarê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke bi heybet oxirkirin.
Serokê Desteya Karê Hundir ê Kantona Cizîrê Kenan Berekat, Serokê Desteya Malbatên Şehîdan a Cizîrê Rêzan Gulo, Cîgira Seroka Desteya Ciwan û Sporê Hemrîn Elî jî li ser navê Rêveeberiya xweseriya Demokratîk beşdarî merasîmê bûn.
ANHA/HESEKÊ