Belge derketin holê ku nîşan dide dewleta Elman bi rêkûpêk agahiyan dide polîsê Tirk li ser Kurdistaniyên li Elmanyayê. Di belgeyeke sala 2012´an de polîsê federal zimanekî wisa bi kar tîne, weke ku bibêje, van kesan bixin hepsê.

 Di dosya doza li dijî Keça Hozan Canê, Dîlan Orsê de li gorî kesên dosya dîtî, dosyayeke lêpirsînê ya dozgeriya Kolnê hema hema bi temamî heye, navê bêhtirî deh kesan tê de tê hildan, û Dîlan Ors jî ji ber vê dozê girtiye.

 Dewleta Elman a ku bêhtirî deh navan di vê doza eşkerebûyî de dane dewleta Tirk, ji xwe re nekiriye îş ku welatiyên xwe yên Kurd hişyar jî bike. Mexdûr metelmayî ne û ji tirsa wê bên girtin jî newêrin bipeyivin.   

Agahiyên ji Polîsê Federal ê Krîmînal (BKA) di dosya Gonul Ors a keça Hozan Canê ya li Tirkiyeyê de di nava îdîanameyê de cihê xwe digirin. Kanala Radyo Televizyonê ya fermî SWR dibêje, belge di destê wê de ne ku vê yekê piştrast dikin. Ji bilî van belgeyan di nivîseke Elmanyayê de ku bi faksê ji sefareta Elmanyayê ji beşa înterpolê ya dewleta Tirk re hatiye şandin, behsa lêpirsîneke ji ber çalakiyeke protestoyî ya li Kolnê ya Nîsana 2012´an hatiye kirin ku ji ber wê Gonul Ors jî ketiye ber lêpirsînekê. Ev bûyer çend skandalan bi hev re radixe ber çavên me; polîsê federal ê Elman, dewleta Elman di şexsê sefaretê de agahiyan dide Tirkiyeyê ku bi wan mirov dikevin ber taqîb û zilma siyasî. Bi ser de jî kesên mexdûr heta niha jî nehatine hişyarkirin. Yanî di meseleya Kurdan de Elmanya xwedî li welatiyên xwe jî dernakeve û erka xwe ya dewletbûnê bi cih nayîne.

Çalakiya hanê ya çalakgerên Kurd ên ciwan bû ku li ferîboteke tûrîstan suwarbûn û paşê belavok belav kirin ji bo balê bikişînin ser rewşa Kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Dozgeriya Kolnê hingê ji ber hildana posterê Ocalan lêpirsîn dabû destpêkirin.

Giliyê Kurdên xwe li cem Tirkan kiriye

Ha li ser vê çalakiyê çend rojan paşê xebatkarekî BKA´yê ji buroya Enqera ya Sefareta Elman ji beşa înterpolê ya polîsê Tirk re nivîsî. Di nivîsa bi Tirkî de behsa 10 “Kurdên milîtan” tê kirin. Di nivîsê de behsa “revandina ferîbota Colonia-6“ê tê kirin û tê îdîakirin ku wan kaptanê ferîbotê bê tesîr kiriye, bi vê wan danezanek xwendiye di ser hoparlorê re û pankarteke wêneyê Ocalan li ser daliqandiye. Di dawiya nivîsê de ev polîsê federal qaşo camêriyê dike û dinivîse, “Ji bo hevkariya we mala we ava”    

Yanî bileksê rexneyên carinan li raya giştî bi dengê bilind li dijî siyaseta dewleta Tirk a beramberê Kurdan tên îfadekirin, di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de bi awayekî birêkûpêk agahî tên parvekirin û di nava înterpolê de jî herdu bi hev re kar dikin û kerekî bê kurtan jî di navbera wan re nabihure.

Polîsê federal vê nivîsê qebûl dike

Eşkere kes nikare xwedî li vê pratîka polîsê Elman xwedî derkeve ku stûnên mafên destûrî hildiweşîne. Berdevkê şirîka hikûmeta federal SPD´ê yê elaqedarî mafê mirovan Frank Schwabe xwe şaşwazîbûyî nîşan dide, “Çawa dibe! Helbet hîç nabe bibe!” Piştre jî dewam dike, heger bûye û hîna dibe jî divê êdî nebe. Yanî dibêje hayê min ji bayê felekê û hikûmeta min nîne.

Ji partiya keskan parlamenterê federal Cem Ozdemir weke milîtan bi navkirina xwepêşandêran rexne dike û dibêje, bi nivîseke wisa mirov bang li aliyê Tirk dike van mirovan bixe hepsê. Ew dibêje, xebero ew ê li parlamena federal hê hesabê vê yekê bipirsin.

Li ser pirsekê, BKA´yê qebûl kir ku nivîseke wisa hatiye nivîsîn, lê di nivîsê de navê ti kesî nehatiye hildan. Lê ev yek bi serê xwe jî sûc e; ji bo agahiyeke wisa bê dayîn, diviyabû qanûnî û fermî (nivîskî) dewleta Tirk doza alîkariya lêpirsîna hiqûqî di dozeke diyar de bike; ev jî diçe ber dozgerê wê doza diyar. Ew dozger jî beriya biryarê bide, divê kontrol bike gelo di encama agahîdayînê de dibe ku taqîb û zexteke siyasî bibe yan na. Serdozgerê Kolnê Ulf Willuhn dibêje, dewleta Tirk ti carî doza alîkariya lêpirsîna hiqûqî nekiriye û jixwe, lêpirsîna li dijî Gonul Orsê jî hê di meha 11´an a 2012´an de ji ber nemuhimbûna dozê hatibû rawestandin.

  

Ma skandal û hew!

Lê belê rastiya meselê jî ne wiha ye. Di îdîanameya dozgeriya Tirk a li dijî keça Hozan Canê de ne tenê navê wê lê navê ji dehan bêhtir Kurdên li Elmanyayê yên li Koln û Hamburgê çalakiyên protestoyî kirine, hene. Navnîşanên van kesan ên li Elmanyayê û hin ji wan jî yên li Tirkiyeyê di dosyayê de hene.

Ev skandaleke hiqûqî tenê nîne, ev skandaleke dewleta Elman e ku welatiyên xwe bi dewleteke din dide cezakirin. Lê parêzerê Gonul Ors ê li Elmanyayê niha behsa skandaleke hiqûqê dike. Ji derdorên hiqûqî yên elaqedarî dozê yên li Tirkiyeyê ew fêr bûye ku beşeke mezin a dosyaya doza lêpirsînê ya sala 2012´an di destê meqamên Tirk de ye. Wê ji niha ve doz biriye dozgeriya Kolnê li dijî kesekî ew bi nasnameya wî nizane, ji ber eşkerekirina sirên wezîfeya fermî û binpêkirina erka sirragirtina fermî ya xasma muhim.

Gonul Ors yan jî bi navê wê yê navmalê Dîlan Ors, ji bo biçe serdana dayika xwe Hozan Canê ya di hepsê de li Tirkiyeyê bû. Hingê pêşî qedexeya dernekeve derveyî Tirkiyeyê danîn ser û paşê jî gava xwest ji Tirkiyeyê derkeve jî ew hat girtin. Niha jî eşkere bû ku sedema girtina wê dozeke lêpirsînê ya li Elmanyayê ye ku ji ber nemuhimbûnê sala 2012´an hatibû rawestandin.

Skandal xilas nabin

Lê skandalên meqamên Elman xilas nabin. Hate zanîn ku ew kesên navê wan di doza lêpirsînê ya Elman de û ketiye destê meqamên Tirk ji aliyê meqamên Elman ve heta niha nehatine hişyarkirin. Yanî Keça Hozan Canê Gonul Ors jî nehatiye hişyarkirin, tevî ku ev dosyaya wê Elmanan daye Tirkan. Kesên li ser lîsteyê bi xwe, SWR´ê xwe gihandiye wan, ew newêrin eşkere bi navê xwe tiştekî bibêjin, tirsa wan a ji encaman gelekî mezin e.

Pêşî dayik paşê keç girtin

Hozan Canê ya mala wê li Kolnê, ji bo di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bide HDP’ê çûbû Tirkiyeyê. Dema ku tevlî mîtînga HDP’ê ya Edîrneyê bû 23’ê Hezîrana 2018’an hate binçavkirin û ji ber ku di filmê têkoşîna YPG/YPJ a dijî DAIŞ’ê de rol kir, hate sûcdarkirin.

Li Hozan Canê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Keça wê Dîlan Ors ji bo serdana dayika xwe bike, Gulana îsal çûbû Tirkiyeyê, lê hate binçavkirin û piştre hate berdan. Piştre der barê wê de biryara “qedexeya derketina derveyî welêt” hate dayin. Gava ku xwest ji Tirkiyeyê derkeve jî 9´ê Îlonê hat girtin û ji hingê ve di hepsê de ye.