MURAT MANG/BIELEFELD


Kurd bi salan e ketine ser rêya penaberiyê. Di nava jiyana penaberiya Kurdan de pirskirêkên aborî, siyasî, psîkolojîk, sosyolojîk bûne hevalbendê jiyana wan. Ji jiyana zarokan heta bi ya mezinan, ji binî ve guherî. Di nava gelek malbatan de pirsgirêkan rûda. Kurt û Kurmancî, em dikarin bibêjin Kurd li jiyana penaberiyê wek niviskar gotî “malwêran” bûn. Mamoste Abdulqadir Ulumaskan jî weke kurdekî sala 1995´an ji  ber pirsgirêken siyasî, dev ji mamostetiya Tirkî berdide berê xwe dide rêya penaberiyê û tê Elmanyayê. Mamoste Ulumaskan li ser pirskirêkên  jiyana malbatên Kurd li penaberiyê yên ku wî 22 salan şahidî li wan kiriye, pirtûkek nivîsiye. Ev pirtûka wî bi cureyê romanê û bi navê “Malwêran” e, ew wê pêşkêşî xwendevanên Kurd ên penaber dike. 


Romana yekem a Ulumaskan

Mamoste Abdulqadir Ulumaskan ev cara yekê ye ku romanekê diweşîne. Ev berhema wî ji weşanên Soran derçûye. Edîtorê pirtûkê Zeynel Abîdîn Han, redekta wê jî ji aliyê mamoste Fergîn Melîk Aykoç ve hatiye kirin. Romana bi navê Malwêran, behsa pirskirêkên civaka Kurd ên ji welatê xwe derketine û bûne penaber, dike. Ulumaskan di romana xwe de îdîa dike ku “malbatên me (Kurd) li Ewrûpayê wêran bûn. Hê ji wêran dibin” û dibêje wî ji ber vê yekê navê “Malwêran” li pirtûkê kiriye.


Malwêran

Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa, Mamoste Abdulqadir Ulumaskan heta niha 15 berhemên wek ferhengok, çîrok, wergerên pirtûkan amade kirine. Cara yekem e ku romanekê dinivîse. Ulumaskan armanca nivîsandina xwe ya romanê wiha vegot: “Di vê romanê de armanca min a sereke, pirsgirêkên malbatên Kurd yên li penaberiyê ne. Bi taybetî jî pirsgirêkên di navbera jin û mêran de û têgihîştina wekheviyê ya çewt. Wek tê zanîn civaka Kurd di pêvajoyekê re derbas dibe. Di nava vê serûbinbûnê de gelek şaşî û pirsgirêk jî der tên. Heke ev pirsgirêk bi aweyekî rast neyên çareserkirin, gelek zehmetî tên kişandin. Mixabin li penaberiyê gelek malbatên Kurd wêran bûn û hê jî wêran dibin. Li van welatên biyanî gelek jin û mêr hev berdidin, zarok ji malbatan vediqetin, em sal bi sal; çand, ziman, bawerî, hêvî û armanc û zarokên xwe ji dest didin. Ango mal wêran dibin. Loma jî min xwest navê romanê Malwêran be.”


Bazara Kurdî?

Beriya vê romana xwe, mamoste Ulumaskan çend pirtûkên çîrokan nivîsandine. Di warê nivîsandina pirtûkên Kurdî û xwendina wan de, mamoste nihêrina xwe jî îfade kir: “Pirtûk bi Kurdî hindik tên xwendin û bazara Kurdî tine. Ji ber wê sedemê jî kêm tên nivîsandin.” Mamoste Ulumaskan, nivîsandina Kurdî û rastiya zimanê berxwedêr û wêjeya berxwedanê ji hev qut nirxand, yan jî ev mesele qet nedît, li ser meseleya bazarê wiha dirêjî da fikra xwe: “Mixabin kêm tên nivîsandin. Ji ber ku kêm tên xwendin, loma jî kêm tên nivîsandin. Wek sedema bingehîn mirov dikare bibêje bazara Kurdî tine ye. Lê bi vê ve girêdayî gelek sedemên din jî hene. Malwêraniyek mezin jî ew e ku Kurd bi Kurdî naxwînin û nanivîsînin. Em bi xatirê zimanê xwe nizanin û qîmetê nadin nivîskarên xwe.”


Nivîskarên Kurdiyê zehmetiyan dikişînin

Mamoste Uluamaskan elaqedarî xwedîderketîna li zimanê Kurdî û berhemên wî rexne li helwêstên heyî girt, di rastiyê de ne ji bo her kesî lê ji bo hawîrdora xwe got, “Nivîskar bi derfetên xwe berhemên xwe çap dikin û ji ti sazî û rêxistinên Kurd alîkarî û piştgiriyê nagirin. Ji bona bipêşxistina xwendina zimanê Kurdî em Kurd ne xw edî plan û proje ne. Mixabin pirraniya siyasetmedar, rewşenbîr û saziyên me bi zimanê Tirkî dijîn. Zimanê me yê yekem bûye zimanê Tirkî. Ev di nava malbatan de jî wiha ye. Ew zimanê (Tirkî) ku ketiye xizmeta tinekirina zimanê me, me ji xwe re kiriye zimanê serdest. Lê divê em xwe nexapînin, bi Tirkî Kurdîtî nabe!”

Kesên ku dixwazin pirtûkê ji bo xwendinê peyde bikin, dikarin yekser bi rêya YMK yan jî bi rêya e-maila nivîskar (ulumaskan@hotmail.de) wê bixwazin. 






Bazar e yan berxwedan e!?


Di nava miletekî de helbet herkes nabe nivîskar. Di serdema me de ku dibistan ji bo gihandina asta herî jêr a welatiyên dikarin baş bên bikaranîn, ferzek e, hema hema her kes dixwîne, lê her kes bi her zimanî û her tiştî naxwîne. Tevî sponzoriya dewletan jî li hin welatan xwendina cureyên wêjeyî yên weke roman û novel kêm in. Heta çanda xwendina rojnameyan jî li seranserê dinyayê kêm dibe. Sedemên vê yên cihê hene. Bi her halî xwendina cureyên wêjeyî nîşana serwextbûna li hev a civakekê ye jî. Bi romanê û cureyên din ên pexşan û helbestê, mirov bi fikr, hizr, bûyer û fikarên xwe, bi hest û rengên xwe çêtir hev nas dikin, xwe nas dikin. Cureyê ne nivîskî û nisbî ji ziman şûştî yên hunerî jî bi heman erkê dikarin rabin. Lê belê elaqeya van berheman yekser bi bazarê re danîn îşaret bi sergêjiyekê dike, çanda populer û berhemên wê yên ji nava xelkê ji bo xelkê, yên ji nav hin pisporan ji bo bazarê li vir tevlîhev dibin li aliyekî, li aliyê din jî ew mejiyên harîqulade yên ji nava civakê derdikevin û behsa wê dikin, behsa fikarên xwe, rastî û şaşiyên wê û xwe dikin, ferd û ferdan derdixin pêş, yan jî li bin guhê erdê dixin; rê li ber wê yekê dikin ku di hizra civakê hemûyî de mekanekî ferehtir vebe. Kes dikare behsa wê yekê bike ku yan jî xeyala wê yekê bike ku Franz Kafka gazin ji nebûna bazarê kiribin.

Li aliyê din sergêjiyeke din heye, di vê gazinê de em gazinê ji kê dikin? Piştî siyaseteke serketî ya asîmîlasyona dewleta Tirk, zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê di çarçoveya bersivdayîna zilmê, cureyekî berxwedanê da der, îro jî hem xwendin û hem nivîsîna Kurdî di vê çarçove û peywendê de divê bên nirxandin. Heta wêjeya Kurdî îro jî halê hazir jî wêjeya berxwedanê ye, îstîsna jî vê rastiyê tenê piştrast dikin. Di rewşeke wisa de mirov weke argumaneke esasî behsa “bazarê” bike, biya min pirsgirêka esasî dide aliyekî û awirê me dide ser mijarên bêhtir talî.       


LUQMAN GULDIVÊ