
Acibuca, di silavkirinê de dayîkên Kurd û Tirk silav kirin û xwesti bû ku dayîk ji bo aştiyê dest bidin hev û zimanê zikmakî ji bo hemû mirovan bingehîn e. Li ser vê yekê der heqê Acibuca de lêpirsîn hate destpêkirin. Der heqê Acibuca de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Îzmîrê bi îdîaya li dijî madeya 81/c a Zagona Partiyên Siyasî muxalefte kir doz hate vekirin. Di runiştina di 6'ê adarê de hate dîtin de dadger ji Dayîka Aştiyê Acibuca re bi îdîaya li dijî madeya 81/c a Zagona Partiyên Siyasî muxalefte kir salek cezayê girtîgehê da. Dadger rewşa Acibuca ya di runiştinê de ya baş li ber çava girt û cezayê wê daxist 10 mehan.
Parêzera Acibuca Nezahat Paşa Bayraktar, anî ziman ku bi vê biyarê mafên kesên Tirkî nezanîn ê siyasetê tê qedexekirin. Bayraktar, da zanîn ku têkildarî azadiya raman da hikumên zelal di makezagonê de hene û wiha got: "Di dadgehê de ji ber ku Tirkî nedizanîn jê re tercuman hate peywirdarkirin. Di kongreyê de gel silavkirina sûc nîn e. Dadgehê li gel vê yekê ji ber ku muvekîla min bi Kurdî axivî ceza kir. Ev yek bi zagonê nayê aşkerakirin. Dad veguherî saziya herî zêde binpêkirinên dijhiqûqî pêktên"
FERHAT ÇELÎK - DÎHA/ÎZMÎR