Wezîrê Karên Derve yê Rûyayê, Sergey Lavrov anî ziman ku bi Tirkiyeyê re ti plansaziya wan a operasyonên hevpar li Sûriyê tine. Lavrov, di dema serdanên xwe yên li Vîetnam û Çînê de daxuyanî da televîzyonên Çîn û Phoenixê û rewşa li Sûriyeyê nirxand.
Lavrov li ser mijara 'Herêmên Tampon' sekinî. Lavrov peymana Edeneyê ya sala 1998’an bi bîr xist û got, "Niha ji hêla eskerî ve, helwêsta Şamê li ber çav tê girtin û li ser teşeya dawî ya herêmên tampon lihevkirin çêdibe."
Lavrov anî ziman ku ew hewl didin ku berjewendiyên Tirkiyeyê di asta herî jor de li ber çavan bigirin û got, "Esker, pozîsyona Şam û Tirkiyeyê li ber çav digirin û derbarê mijarê de li ser hûrgiliyan disekinin."
Lavrov hevdîtina serokên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Soçiyê bi bîr xist û bal kişand ser bahaneya Tirkiyeyê ya 'terorîzmê' û got, "Bi Tirkiyeyê re li ser wê mijarê ka kîjan Kurd terorîst in, lihevkirinek çênebû. Helwêsteke cuda ya Tirkiyeyê heye. Em fikarên wê fêm dikin, lê belê divê ka û ceh neyê tevlîhevkirin."
Lavrov got, "Li xaka Sûriyeyê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê, yan jî Îranê de lihevkirineke li ser operasyoneke hevpar nehatiye plankirin. Rûsya û Îran li ser daxwaza hikûmeta Şamê li Sûriyeyê kar dikin. Tirkiye jî derbarê ewlehiya xwe de fikarên xwe anîn ziman. Lê belê Şam, naxwaze ku eskerên Tirk li ser xaka wê bimînin."
Li Minbicê Kordînasyon heye
Li milê din Serokê Îdareya Polîsên eskerî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Korgeneral Vladîmîr Îvanovskiy got, li Minbicê dewriyeya Rûsyayê bi Tirkiye, Kurd û DYE'yê re bi koordîneyî tê kirin.
Îvanovskiy ji çapemeniya Rûsyayê re axivî û got, "Polîsên me yên eskerî, li sê aliyan hevkariyê dikin. Bi Kurd û Tirkiyeyê re rasterast; bi DYE'yê re jî bi rêya Kurdan hevkariya me didome.“
Generalê Rûs anî ziman ku hevkariya herî baş bi hêzên QSD´ê ango bi Kurdan re heye.
ANF/MOSKOV