Wezîrên Karên Derve yên 28 welatên endamê Yekitiya Ewrûpayê li Luksembûrgê li hev civiyan. Di encamnameya civînê de hate ragihandin ku Tirkiye gav bi gav ji Yekîtiya Ewrûpayê dûr dikeve.

Hate destnîşankirin ku danûstandin bi rastî jî ‘li ber mirinê’ ne û hate gotin, “Konsey diyar dike ku Tirkiye ji Yekîtiya Ewrûpayê dûr dikeve. Danûstandinên bi Tirkiyeyê re yên ji bo endametiyê bi rastî jî bi pêş ve naçin.”

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewrûpayê diyar kirin ku ji bo vekirin an jî mijara danûstandinan û nûjenkirina yekîtiya gumrukê ya di navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyeyê de, ti karekî nade ber xwe ku bike.”

Komîsyona Ewrûpayê rapora xwe ya li ser rewşa Tirkiyeyê ya pêşketinê meha Nîsanê eşkere kiribû û cih nedabû mijara vekirina sernavekî nû yê danûstandin.

Têkiliyên navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyeyê bi taybetî ji dema hewldana darbeyê ya Tîrmeha 2016’an û vir ve xera bûye.

 

LUKSEMBÛRG