Qereqola Fermandariya Cendirmeyan a gundê Avşekirê ya navçeya Perteka Dêrsimê, 9 meh berê bêyî ku 3 mayinên bejayî ku li pey xwe hiştiye paqij bike, bar kir û çû li Gundê Hidirdami bi cih bû. Qereqolê paqijkirina mayinan dewrî heyeta gund a kalan kir. Rayedarên qereyolê xwest ku kalên gund 3 mayinên bejayî bibînin û paqij bikin. Lê welatiyên gund bertek nîşanî vê yekê dan û serî li Qeymeqamiya Pertekê dan. Ji endamê heyeta gund a kalan Paşa Erol, diyar kir ku berê jî ji ber li gund mayin hatibûn çandin kurê wî bi mayinê seqet bû. Erol, anî ziman ku ji van mayinan leşker berpirsiyar e û xwest rayedar li ser vê mijarê rawestin. Erol, bertek nîşanî helwesta leşkeran da û wiha got: “Qereqola Fermanariya Cendirmeyan serê salê bar kir 3 mayinên bejayî li pey xwe hiştin. Leşkeran teblîgata ku 3 mayin winda bûne anîn ji mere û xwestin ku heyeta kalan van mayinan bibîne û paqij bike. Lê em li hemberi vê yekê derketin. Ji ber ku leşkeriyê bêyî mayinên xwe paqij bike gund terk kir û çû. Dixwazin berpirsiyariya van mayinan bavê ser heyeta kalan a gund. Ger ku li vî gundî kesek bi mayinê seqet bimîne ango bimire berpirsiyarê vê yekê leşker e. Leşkeran ev mayin çawa bi cih kirine bila wisa bibîne û paqij bike.
‘Piyê kurê min jê bû’
Endamê heyetê Erkan Erol jî anî ziman ku kurê wî ji ber mayina bejayî seqet ma û wiha bertekên xwe anî ziman: “Me jî êşa van mayinên bejayî dît. Kurê min pê li mayina bejayî kir û piyê wî seqet bû. Wê demê kurê min 8 salî bû. Me doza tazmînatê vekir. Lê heyeta dadgehe em sûcdar kirin û got ‘Hûn li kurê xwe xwedi derneketine’ Li ser vê yekê me doz bir DMME’ê û me doz qezenc kir. Niha li derdorê qereqolê tu parastin û ewlehi tune. Hemû mayin aşkere li holê ne. Teqînek û bûyerek pêk bê berpirsiyar leşker û rayedarên lexkeiryê ne.”
Keyayê gund Canan Konak, jî der barê mayinan de agahî da û wiha got: “9 meh in gundî di nava tirsa mayinan de dijîn. Li gel lêgerînê jî ev 3 mayin nehat dîtin. Piştî qereqal hate valakirin leşkeran tablîgat ji mere anîn û gotin 3 mayinên bejayî winda ne. Ji me xwestin ku em wan bibînin. Ji ber vê yekê em her tim bi tirsa mayinan dijîn. 20 roj berê dîsa yekîneyên lêgerîna mayinan hatin gund, lê mayin nedîtin. li qada mayinan tu hişyarî û ewlehî tune. Em hêvdî dikin ku tê tiştek bi serê kesî neyê.”
Mudûriyeta Navenda Lêkolînê ya TBMM’ê peymana mayinên bejayî yên anti-personel û peymana Ottawa îmze kiribû. Diviya bû ku mayinên bejayî di sala 2008’an de îmha kiribûya.
FERHAT ARSLAN - DÎHA/DÊRSIM