ENES YILDIZ/ANHA / REQA


Yek ji Fermandarên YJŞ’ê Dêrsim Êzîdxan li Reqayê got, "Armanca me, li bajarê Reqayê dawî anîna li terora DAIŞ´ê û hilanîna tola Êzîdiyan û mirovahiyê ye." Dêrsim anî ziman ku "jin, her dem û li her cihî wê bi vîn û nasnameya xwe berxwedanê raber bike."

Yek ji Fermandarên YJŞ`ê Dêrsim Êzîdxan ku di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de cih digre, pêşketinên di hemleyê de û her wiha wate û girîngiya beşdariya jinên Êzîdî di hemleya Reqayê de nirxand.

Dersim Êzîdxan êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên 3`yê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê bi bîr xistin û got, "Fermana Şengalê, bû qirkirina Êzîdiyan û jinan. DAIŞ`ê Bi sedan jinên Êzîdî revandin bajarê Reqa. Jin, di bazarên koleyan ên li Mûsilê de hatin firotin. Çeteyên DAIŞ’ê, ji 7 salî heta 70 salî xwestin gelê me yê Êzîdî ji holê rakin".


Tola her jina Êzîdî tê hilanîn

Dêrsim destnîşan kir ku Hemleya Rizgarkirina Reqayê 89 (îro 90) roj li pey xwe hiştine û diyar kir ku di çarçoveya hemleyê de heta niha bi hezaran sivîl hatine, rizgarkirin.

Dêrsim Êzîdxan da zanîn ku li taxa Mirur û ya El Berid şer giran e, û wiha dewam kir: "Em li bajarê Reqayê gav bi gav bi pêş ve diçin û rakirina tola her jineke Êzîdî didome”.

Êzîdxan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku li hemberî hovîtiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li Şengal û Sûriyê, ew ê bi derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê bixin û bajar azad bikin û bi van gotinan dawî li gotinên xwe anî: "Armanca me, li bajarê Reqayê dawî anîna li terora DAIŞ´ê û hilanîna tola Êzîdiyan û mirovahiyê ye. Jinên Êzîdî di bin sîwana YJŞ`ê de pêwîst e parastineke xurtirtir nîşan bidin. Jin, her dem û li her cihî wê bi vîn û nasnameya xwe berxwedanê raber bike.”