Resam a Kurd Çîmen Îsmayil Rehşan, li Mozexaneya Emne Sûrekê ya Silêmaniyê pêşengeha resiman a bi navê ‘Ruhê wan ji spî spîtire…’ tu ji resmên şervanên jin ên Kurd pêk tê vekir. Pêşengeh bi beşdarbûna gelek hunermend û endama rêveberiya YNK’ê Hêro Îbrahîm ve pêr hat vekirin. Di wêneyên Çîmen de rengê spî îfadeya berxwedaniyê ye û rengê reş jî îfadeya şer, hovîtî û rastiya DAIŞ’ê ye.
Rehşan jinên Kurd wek sembola berxwedanî û bi rengê spî neqişandiye. Rehşan herwiha bal kişandiye ser rewşa jinên Şengalê û êşên wan.
Çîmen Îsmayîl Rehşan kêye?
Çîmen Îsmayîl Rehşan di sala 1966’an li Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1988’an beşa Hunerên ciwan a zanîngeha Bexdayê bidawî kiriye. Di heman salê de wek mamoste di zanîngeha Silêmaniyê de ders dide û heta roja îro jî mamosteya beşa Hunerên ciwan a zanîngeha Silêmaniyê ye. Çîmen di serî de li bajarên Başûrê Kurdistanê bi taybet li Silêmanî û Hewlêrê pêşengeha wêneyan vekiriye. Herwiha zêdetirî 50 pêşengeha wêneyan li welatên wek Fransa, Almanya, Îngîltere, Holanda, Îtalya, Amerîka û Koreya Bakûr nîşan daye.
ROJNEWS/SILÊMANYE