Îro heşta min e hatime vî welatê ku ji mazûvanê min û ji bilî çend dostên ku bi telefonê bi min re min diaxivin; ne teyr  ne tilûr, ne gir û ne hûr, ne jî roja ku siharê hiltê êvarî diçe ava; kesek bi zimanê min nizane.
Çûbim ku, min berê xwe dabe kîjan welatî,  bêyî ku ji min bipirse, bibêje, ‘ ma ez jî werim’ an jî ‘tu dixwazî bi te re bêm’; zimanê ku pê dihizirim, pê hestyar dibim, pê dixemim…û gellek caran pê dikeribim xeberan di hinekan werdikim; dide tengala min, bi min re tê.
Ma ez ê li ku bêhilim, bispêrim kê, mîretaya ku ji bavûkalan ji min û zarokên re mayî? Pêşî zimanê min bû, niha bû yê zarokên min. Berî ku bêm, min gunehê xwe xist stûyê wan, û min got, ‘tahba xwe li we helal nakim ku hûn jî bi zarokên xwe re bi zimanê xwe neaxivin’!
Ew ê teqez bi zimanê xwe biaxivin bi zarokên re; lê ez kefîltiya zaroyê zaroyên wan nakim.
Nakim, ji ber ku di serdana dostên li vir û wirê dinyayê belavbûyî de, min dît ku zarokên dost û hevalên ku demekê peyrewê xewnekê û hevrêyê dozekê bûn; di nava malê de bi zimanê welatê lê dijîn bi xwe û bi dayîk û bavê xwe re diaxivin...
Carinan li ber xwe dikevim, fihêt dikim ji ber ku zimanekî biyanî nizanim.
Yê ku zanim zimanê serdestên min e. Ji dêvla vî zimanê ku niha jî zarokên min pê têne perwerdekirin – a rast têne bişavtin- min bi ingilîzî bizanibûya min ê bi Wêjeya Îngilîzan re, ya bindestê wan a Îrlendiyan jî nas nekiribûya… Ma ne, nivîskarine Îrlendî jî wekî Kurdinan ne bi zimanê xwe, bi yê serdestên xwe nivîsîne, berhem dane.
Di van çend rojan de min hewl da ku fêrî çend peyvên zimanê wî welatî bibim. Yek ji wan silavdayîn e. Çiqasî kurt e silavdayîn û silavvedana van. Hûr û gir, car û cîran hima ku leqayî hev dibin, bêyî ku li hev bisekinin, bêyî ku li hal û hewalê hev bipirsin, li ser piyan peyvek dipengize ji nava lêvên wan: Heyy*! ‘Heyy’; yanî merhaba’. Pir hêsan dixwiye, ma ne? Lê werin ji min bipirsin. Her ku dixwazim bibêjim ‘heyy’, berî gotinê; her dengî li ser zimanê xwe diteqilînim û paşê dertînim. Lê çendî xwe diêşînim jî, dikim nakim nikarim ‘heyy’eke mîna ‘heyy’a wan derxînim ji qewrî û zengelork û nava lêvên xwe…Ya wan wisa bi ekl e, wisa stiranî ye...ez jî bo ku wekî wan bibêjim ‘heyy’, bêyî ku dengê min biçe hinekan, di ber xwe de dikim ‘heyy heyy’…
Îro, sihara dereng, dema ku ji nava livînan derketim, - her kes pengizîbû bi deverekê de, mal bi min mabû- bi qasî ku min dizanî mala ku ez lê mêvan im mala xwişka min e, û xwişka min Kurd e bi Kurdî diaxive di nava mala xwe de- dîsa jî piştî ‘rojbaş’ê min ji kulîlkên xemrî ên di wazoyê de û ji çivîkê ku ji ser hesinê şaneşînê bi çîveçîveke nazdar hevala xwe ya li ser darê vedixwend cem xwe re, got ‘ heyy’! Mixabin bi ‘heyy’a min re çivîk firiya.Nizanim ji ber ku min ‘heyy’ek baş nedayê, an fam kir ku ez Kurd im, çîvîk girnijînek bi perî û baskên xwe xist, firek da xwe û firiya ser dara li pêşberî şaneşînê a her gulî binê berfê de bi ser hev de qijilî
Bi şika ku kulîlk jî enirîbin,  ji ber paceya ku li şaneşînê dinere, vegeriyam û min berê xwe da kulîlkan. Ewan jî bi nazî li min dinerî. Wisa niqutî dilê min, ku wan jî bi Swêdî ji min re gotine ‘ heyy, walkommen’*!
Bi vê hizrê, piştî taştêyeke dereng min kincên xwe bi ser bejn û bala xwe de berdan, û ji pêlikên avaniyê bi temtêla maqûlekî hatim xwarê. Berfeke hûrik, berfeke ku libên wê mîna heptûzkan, hûrik hûrik dibare bi ser berfa ji êvarî de li erdê pal dayî.
Wekî her carê berê xwe li yek tûşê didim çemê ku ordekên perî rengo rengo, tawizî, û qazên ku nazenîn nazenîn, mîna keştiyên zarokan ên kaxizî, li ser ava bi lez diherike, bi vir û bi wir de disûrikin. Bi matmayîn û heyraniyekê li wan dinerim. Ew jî bi zimanê xwe, bi zimanê ku ez tê nagihijim diaxivin. Hinekên li peravê mîna ku bibêjin ‘di vê sermayê de nava avê ji peravê xweştir e’, heta ku ji wan tê, dikin kixxîn û qurrîn. Ordek û qazên di nava ava de mîna zarokan şên û bextewar, çemê ku vê demê salê sor sor, girrik girrik û şêlû diherîkî, û qirş û qal û lêmişta Newalê dida ber xwe û serberjêrî  Binê Xetê dibû, dixe bîra min. Min ji zû ve çemê ku demekê rewş û xemla navçeya zaroketiya min bû, nediye. Li gorî gotinan ava ku bihar û havînê di sê delavan de berê xwe dida dehl û dexl û bexçeyên navçeyê, niha bi qasî ku aşekî bigerîne maye. Ev rastî dike ku dilê min bi zaroktiya min bişewite; zaroktiya min a ku  hemû şopên wê ji nava tax û kolanan wê navçeyê, û ji  kevî û qeraxan wî çemî hatina maliştin.
Ji min fam neke jî berê didim ava çemê ku reş reş diherike. Bi qasî ku dengê min bike dibêjim‘ çemê min jî, çemo, çemê min jî wekî te wisa bi helemêl, wisa bi mevc û pêl di dilavê xwe yê fereh de diherîki, disurikî…û ez li perava çem helbesteke ku di salên 90î de nivîsîbû ji dixwînim:
li dû min ma Taxa Qijlê
û ava Bunisra û Pira Eleman
bexçeyê zaroktiya min bû,
Dahla Hemo bi mişmişkên zer,
bi dirîreşk, tû û darhinaran dilê min 
dibijand bejinziravan
bejna her spîndarê
diçim bêyî xatir bixwazim ji yarê
bêyî fatiheyekê bixwînim li
miriyan Şêx Selman
û bêyî careke din di nava kavilin te
 de li şopên xwe bigerim:
bi xatirê te Aşkê Mohriz,
Qahweya Xerabe, bi xatirê te
ketime bextê te,
kelogirî nebe li dû min
wisa bêxem biherike li ser axa xwe
bi xatirê te, çemo!

Di wextekî bêwext de bêxatirxwestin, bêyî ku em li hevdu helal bikin; min warê zaroktiyê, pira ku her roj di ser re diçûm û dihatim…û çemê ku di ava wî de ferî avjeniyê bibûm…min li pişti xwe hiştibûn.

*Heyy: silav, merheba
* Heyy, walkommen: Merhaba ,tu bi xêr hatî