Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştgiriya aborî ya Koma Şanoyê ya Hawar nekir ji bo beşdarî festîvala li Tûnisê bibe. Lê, Koma Şanoyê ya Hawar bi xelata zêrîn a yekemtiyê ji Tunisê vegeriya. 8’ê Sibatê Koma Şanoyê ya Hawar bi şanoya bi navê ‘Bê sînor’ beşdarî festîvala Tunisê bû. Koma Hawar di nava 8 komên welatên cûda de xelata yekeminiyê ya zêrîn wergirt. Koma Şanoyê ya Hawarê, beriya niha jî li Bexdayê xelata baştirîn derhêner ya par di festîvala Bexdayê ya Şanoyê de wergirtibû.
Birêvebirê Koma Şanoyê Nejad Necim, têkildarî kar û xebatên Koma xwe û paşguhxistina wê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve got, “Me daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Rewşenbîrî kir da ku alîkariya me bikin, ji bo em beşdarî vê festîvalê bibin. Lê mixabin ti bersîvek nedan me. Ji ber wê, îdareya parêzgeha Kerkûkê mesrefa vê geşta me girt ser xwe.”
Koma Şanoyê ya Hawarê sala 2014’an hatiye avakirin û navê xwe ji yekane jina di nava komê de wergirtiye.
n ROJNEWS/KERKUK