Bi dirûşma “Vedenga zeytûnê” û  bi boneya Roja Şanoyê ya Cihanî û salvegera şehadeta Berxwedêr Yekta Herekol, TEV-ÇAND li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo, 4’emîn Mihrîcana Komîngeha Şanoyê li dar dixe.

Mihrîcan bi beşdariya bi sedan endamên sazî û dezgehên civaka sivîl û şêniyên herêma Cizîrê, her wiha endamên çand huner ji Kobanê, Şehba, Reqa dewam dike. Di mihrîcanê de Koma Amara, stranên Berxwedêr Yekta pêşkêş kirin. Paşê li ser navê TEV-ÇAND'ê axaftin hat kirin û Mihrîcan li beşdaran hat pîrozkirin. Paşê Şanoya bi navê ' Xeltîkên Reş' ji aliyê Şanogerên herêma Efrînê ve hat pêşkêşkirin.

Ev mihrîcan 10 rojan wê dewam bike û her roj şanoyên cuda werin pêşkêşkirin.

 

ANHA / QAMIŞLO