
Jina bi navê Bêrîtan Akgun a ku bi temenê xwe yê 19 salî zewicî ye, ji bo ku bi tena serê xwe li ser lingên xwe bisekine dikaneke bi navê ‘Pînpînîk Xemilandin’ vekiriye û dixebite. Bêrîtanê got, ji ber zewaca di emrekî pirr ciwan û xeşimiyê de û ji ber zarokên pişûk wê nikariye heta niha ji xwe re karekî bike, û îşaret bi girîngiya serbixwebûna aborî ji bo jinê kir.
Berîtanê piştî her xwestiye ku bi xwe debara xwe bike û di nava civakê de bi keda xwe li ser lingên xwe bisekine. Lê belê ji ber zarokên wê biçûkbûn, destpêkê nikaribûye. Piştî ku zarokên wê mezin bûn, niha li semta Tesîsler a Peyas a Amedê ji xwe re dikaneke bi navê ‘Pînpînîk Xemilandin’ vekiriye. Berîtan ji toza keviran xeml û xişiran çêdike û pê debara xwe dike.
Berîtan îşaret bi zehmetiyên ku mêr û desthlatdariya dewetî li pêşiya jinê datênin dike û dibêje, divê mirov karibe li ser lingên xwe bisekine û divê mirov berpirsyara jiyanê hilde ser milên xwe û wiha dipeyive: “Civaka baviksalar her li dijî jinê ye û wê asteng dike. Dewlet û mêr naxwazin ku jin azad bibin û azad bijîn. Min ji karê huner hez dikir. Min ji xêzkirina wêneyan gelekî hez dikir û min bi vekirina dikaneke bi navê Pinpînîk Xemilandin re xeyalên xwe bi cih anîn. Van xemlan difiroşim û pê debara xwe dikim.”
‘Mal ji bo jinan zindan e’
Berîtan di dewama axaftina xwe de got, hemû jin jî dizanin ku dema mirov li malê be ew mal zindan e û wiha pê de çû: “Mal ji bo jinan zindan e. Ji ber ku zarokên min piçûk bûn heta niha min nikaribû li derve ji xwe re karek bikira. Ez bi tenê bi karê malê re elaqedar dibûm û min li zarokên xwe dinêrt. Lê niha zarokên min hinekî mezin bûne û ji min re jî hewcebû ku bixebitim. Li malê min her roj heman tişt dikir û karê ku min dikir li ber çavan nedihat dîtin. Ji ber ku keda min nedihat dîtin, gelekî bi min zehmet bû. Ji ber vê jî min xwe di nava vî karî de dît û ez ji vî karî jî hez dikim. Dema zarok tên û dibêjin, marketa lîstokan kela canê min radibe.”
JINNEWS / AMED