Li bajarekî ku her du sê rojan carekî misoger yek an jî çend kes dihatin kuştin, hatibû dinê. Heta givrokî bû dest bi dibistana dagirkeran a seretayî kir, guhdarekî baş yê civata jinan bû. Bi saetan guhê xwe dida gotinên wan û mîna axa keseravî dilop dilop ji kana wan gotinên gotinbêjên hoste vedixwar.
Di nav wan gotûbêjan de gelek babetên girîng yên dîrokî û çandî hebûn. Gelek ji wan jî ji demên nêzîk an jî ji bûyerên rasteqînî bûn. çîroka Stî û Ferxik ne tê de yên hemû bi xwîn û kuştinê bi dawî dibûn. Her çiqas bi piranî ji xwîn û kuştinê ditirsiya jî, xwe dixist şûna lehengên serkeftî yên çîrokan û di şevên dirêj yên zivistana welatê Serhedê de serê wî li ser çoka dayîka wî di xew re diçû. Roja din gava ji xew radibûn, yekser ji diya xwe pirs dikir, ka dawiya çîrokê çawa qediya an jî çi bi serê serleheng û yên din de hatin.
Dayîka wî di warê çêrokbêjiyê de hosta bû, gelek çêrokên çandî û qewlên olî ji ber dizanîbûn. Di gotinê de jî rê û rêbazên vegotinê baş bi cih dianî. Li ku derê çêrokê divabû bisekine û dest bi nihurandina loriyekê bike ango li ku derê divabû dengê xwe bilind û nizm bike baş dizanîbû. Guhdar bi Stî û Tajdîn re dilşad dibûn, bi Mem û Zînê re xemgîn dibûn, her wisa li gel sofiyên Şêxê Senan digiriyan û dibûn hevparê evîna Şêxê Kal.
Lê jinmamên wî jî jinên heman civatan bûn. Wê demê ev navgînên ku îro him xizmetê ji me re dikin û him jî, me ji me dûr dikin derneketibûn. Tenê radyoyeke belengaz hebû ew jî rojê saetek bi zimanê bindest weşanê dikir.
Jinmam Medî behsa bûyera jinika cîran dikir: ’Xweyê xweyê, li min porkurê, gava ez gihiştim ser wê, eynî mîna mirîşkeke serjêkirî di nav xwîna xwe de diperpitî. Li ser canê wê dewsên kêran nedihatin hejmartin. Ji pîserên wê mîna kaniya Serêgolê xwîn diherikî. Bi derbên xenceran ew qulqulî kiribûn, lê jina ku bi delaliya xwe li navçeyê navdar bû, hîna jî li ber xwe dida û rihê xwe teslîm nedikir. Ji nişkeve me dît ku serê hesineke reş a sawdar di pencereya camên di wê şikestî re ket hundir. Pêş de hat, dirêj bû, wê kêliyê em têgihiştin ku tifing e. Kujerên jinê piştî bihîstibûn ku li gel wan derbên dijwar û giran jî, hîna nemiriye, vêca bi alaveke din li kiryara xwe vegeriyabûn. Tifing bi gurmînî teqiya, camên saxlem yên di pencereyê de û çarçoveya wê ya sist jî ji hev belavela bûn. Jina delal êdî nema dilebitî, li ser bedena wê mîna temeziyeke sor hatibe nixumandin, wisa bêdeng û di nav rengê sor de xuya dikir.
Çîrokeke din jî ya Xulêm û Keça Axê bû. Li deştê li gundekî bi salan xulamtiya malbeteke dewlemend kiribû. Di nav demê de ew û keça malbatê dilberdidin hevdu. Gava sermiyan dibihîsin, tofanê li ser serê wan radikin û dibêjin: ’Tu li ber deriyê me gepek nan dixwî, eger ne razî yî, bicehnime!’ Li ser wê herdu ciwan hevdu direvînin. Xwe li çiyan digirin. Ji ber bandora malbatê ya li ser herêmê newêrin dakevin gundan. Birçî, belangaz rastî şivanekî tên. Di zikê newalekê de, keriyek pez û şivan bi tenê ne. Xwe davêjin bextê şivan. Şivan berxek dide wan, ser jê dikin û dixwin. Di şikevtê de xwe germ dikin. Ji nişkê ve şivan bi ser wan de digire. Kesekî gir ê pehlewan e. Toqatek li mêrî dide, mêr ji xwe diçe. Jin bi destê wî ve dimîne. Piştî çend rojan şivan di xafil de zeft dikin û dikujin. Herdu ji hev re soz didin ku behsa vê meseleyê ji kesî re nekin û mêr jî soz dide ku ew bi çavekî din li wê nenêre. Di nav re çend roj derbas dibin, jina ciwan di ber xwe de dibêje: ’Ew çi mêr bû lo, hirçekî devbixwîn bû!’ Li ser wê kêra ku ji şivan ji wan re mabû li ser stûyê jina ciwan digere. Li pêşiya wan cihoka ava zelal a çiyayên serhedê ya sar diherike. Rengê avê hêdî hêdî vediguhere û sor dibe.
Li vê cîhanê ku hîna rojane ev çêrokên dijwar û hov diqewimin, pitikekê çavên xwe li cîhanê vekirin. Xwezla me karibûya bi çêrok û destanên dilşadiyê we pêşwazî bikin. Lê li gel mercên dijwar hemûyan jî Şiyan di destê jinan bi xwe de ye. Gava jin bibêje, ‘Ez dişêm’ Bawer im ti hêz nikare li hember bisekine.
Bi xêr hatî Şiyana jinê...Ji me re bibe sedema bextewariyê Şiyana delal...