Li Kobanê hin şêwekarên jin bi rasthatina 8´ê Adarê, Roja Jinê ya Cihanî, pêşangeheke resman li Kobanê vekir û wan bal kişandin ser şideta li dijî jinê.

Pêşangeh bi hevkariya rêxistina “Berçav a Geşkirina Demokrasî û Ragihandinê” hat vekirin, û ew dê îro jî li Hola Nizar vekirî bimîne.

Endamê Rêveber ê rêxistina Berçav Welîd Îbo got: “Me xwest bi rêya vê pêşangehê peyama jinên Kobanê bigihînin cihanê ku tevî rewşa xirab a Kobanê, jiyan tê de dibe. Herwiha êş azarên jinê di vê demê de nîşan bidin.”

Şêwekar Şîrîn Îsmaîl jî got, “Armanca pêşangehê ew e ku nîşan bide, tevî êş û azarên jinê jî, ew dikare ji qonaxekê derkeve qonaxeke din, ji tariyê derkeve ronahiyê.”

 

KOBANÊ