Xwebûn weke rojnameyeke heftane ya li ser kaxezê li Bakurê Kurdistanê dest bi weşanê dike û armanca wê ew e ku xwe li sînorên Kurdistanê parçe dikin nealiqîne. Di nava esasên weşanê de xwedîderketina li ziman û nasnameyê, û yekîtiya neteweyî hene.
Rojnameya heftane ya bi Kurdî “Xwebûn” bi kadroyeke çalak dest bi weşanê kir. Xwebûn, gazî raya Kurdî kir û got, “Bi Kurdî bixwînin û Kurdî bidin xwendin”.
Rojnameya heftane ya Kurdî “Xwebûn” dest bi weşanê kir. Rojname ji hêla komek rojnamevan ve hatiye amadekirin û hejmara wê ya yekê ji çapxaneyê re hat şandin. “Xwebûn” li Tirkiyeyê wê yekane rojnameya bi Kurdî be û wê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî derkeve. Destpêkê wê rojname ji 12 rûpelan pêk bê û paşê heke bivê wê hejmarên rojnameyê bên zêdekirin. Her wiha ji Kurdistana Federe, Îran, Sûriye, Qazaxîstan, Ermenîstan, Lubnan û Ewropayê jî gelek kes di rojnameyê de cih digirin. Di nav kadroya nivîskarên rojnameyê de Kejal Ehmed, Kakşar Oremar, Abdûlla Peşêw, Ehmed Huseynî, Kînyas Mîrzayev, Selîm Temo, Şener Ozmen jî hene.
Di rûpelên polîtîka, çand, jiyan, hevpeyvîn, ekolojî û aboriyê de nivîsên dosyeyî, lêkolînî, analîz hwd. cih bigirin. Armanca Xwebûnê ew e ku bi zimanekî xwerû, bi fikr û ramaneke dewlemend weşana xwe bike.
Rojnamevaniyeke xurt
Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Kadrî Esen e. Ew dibêje, Xwebûn ji ber pêdiviyekê derketiye holê. Esen diyar kir ku armanca wan ew e ku derdorên civakê hemû xwe di rojnameyê de bibînin û vê yekê jî bi zimanekî xwerû û naverokeke xurt bikin. Esen got, ew ê hewl bidin ku bi Xwebûnê rojnamegeriyeke baş û xurt bikin.
Esen, destnîşan kir ku heger Xwebûn baweriyekê bide xwendevanan wê bi ser bikeve û temendirêj be.
Di çapemeniya hikûmetê de rojmamevanî nîne
Esen destnîşan kir ku di serdemekê de ku rojname hemû dişibin hev, tişta sereke rojnamevaniyeke heqîqî ye û got, ji bo wan tişta girîng ew e ku li gor berpirsiyariya pîşeya rojnamevaniyê tev bigerin û ya ku ev berpirsiyarî divê jî pêk bînin.
Esen diyar kir ku ji ber zext û zoriyên li ser azadiya fikr û ramanê, tişta niha tê kirin ew e ku ev pîşe neyê kirin û bi rê ve neçe. Wî bi bîr xist ku ji ber vê, niha 141 rojnamevan di hepsan de ne. Esen destnîşan kir ku ji ber ku çapemeniya muxalif di rojnamevaniyeke rasteqîne de israr dike, çapemeniya di bin banê îqtîdarê de jî manîpulasyonan dike.
Ji bo her devera Kurdistanê
Kadrî Esen wekî din got, naxwazin qîma xwe tenê bi Kurdên li Tirkiyeyê bînin, armanca wan ew e ku xwe bigihînin tevahiya Kurdan û belavkariya wan jî wî li gorî vî esasî bê kirin.
Kadrî Esen bang li raya giştî kir û got, “Bi Kurdî bixwînin û bidin xwendin”. n AMED
Xwebûn xwe dide nasîn
Rojnameya Xwebûnê xwe wiha dide nasîn:
Xwebûn, xwenasîn û xwezanîn e. Di felsefeyê de xwenasîn bingeha zanebûnan hemûyan e. Em xwebûna xwe di ziman, çand, erdnîgarî û azadiyê de dibînin. Îro hebûn û zimanê me desteser kirine û wekî çek li hemberî me bi kar tînin.
Wek rojnameya Xwebûnê bêguman çend rêgezên me yên weşanê hene. Ya yekemîn li hemberî bişaftinê parastina zimanê Kurdî ye. Rêgezeke din a bingehîn agahdarkirina rast a civakê ye. Her wiha yekitiya neteweyî ku niha di rojeva Kurdan de ji bo me jî rêgezeke din e.
Em dixwazin Kurd hemû xwe di vê rojnameyê de bibînin. Ger di rêya yekitiya neteweyî de hindik be jî roleke vê rojnameyê hebe, wê demê em ê karibin bibêjin ku em serfiraz in. Dibe ku hinek kes meraq bikin û bibêjin gelo ev kî ne? Bersiva kurt û kurmancî; em bi xwe ne!