Li gorî yasayan dive îsal li Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo parlamentoyê hilbijartin pêk bên. Lê berovajî Bexdayê, heta niha bi fermî ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê tu dem nehatiye diyarkirin. Li ser rewşa hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê nivîskar û lêkonînerê Kurd Profesor Dr. Salar Basîre got: “Eger bi destê PDK’ê û YNK’ê be jixwe hilbijartin nayê kirin, ango wê her û her taloq bikin. Ji ber ku derfeta dirêjbûna desthilatdariya wan wek niha heye. Tirsa wan ji raya gişti heye ku neçin ser sindoqan yan jî deng nedin wan.”

 Demokrasî li herêmê nîne

Di dewama axaftina xwe de Salar Basîre bal kişand ser tirsa desthilatê û got: “Xuya ye ku baweriya wan bi gel nemaye. Hilbijartina parlamentoyê pêwîstî bi hebûna demokrasiyê heye. Lê li Herêma Kurdistanê di wateya zanista siyasetê de tiştek nîne ku navê wê demokrasî be. Hilbijartin ji ber çi ye? Di nebûna demokrasiyê de li ser hilbijartinê axaftin nîne, henek pêkirine.”

Salar Basîre diyar kir ku şerm e ku li welatekî behsa hilbijartinên giştî bê kirin ku parlamento kar nake û got, “Beşek  parlamenter û wezîr şiyandine malê. Niha li Herêma Kurdistanê ne parlamentoyeke yasayî heye, ne serokê herêmê yasayî ye, ne hikûmet hikûmet e û ne jî bi azadî karkirina mixalefetê heye. Yanî niha li vir tiştek nîne li Herêma Kurdistanê navê wê sistema yasayî be.” 

Gel dibe qurbanî

Salar Basîre îşaret bi wê yekê dike ku dema li welatekî her sê desthilatdariyên weke parlamento, hikûmet û dadweriyê tenê bi nav hebin, wê demê ti wateya hilbijartinan nîne û wiha dewam dike: “Her wiha desthilat tenê di destê takekes û malbatekê de be, desthilata ku gel nikare beşdarî bibe, hingê ti wateya hilbijartina jixwe nîne.

Li vir ji ber ev rastî li holê ne, mirov dikare bibêje ti tiştek ji şêweya vê desthilatê naguherê. Tenê mijara hilbijartinê di asta navxweyî û derve de ji bo desthilatê û rewabûna wê propagandayeke. Mixabin bi vê yekê gel dibe qurbanî.”


HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / SILÊMANÎ