Li seranserê Ewrûpayê li gelek navendan Kurdistanî û dostên wan daketin meydanan û peyama, “Em ê li ber xxwe bidin” dan. Çalakgeran ji welatên lê xwest nebin şirîkê sûcên şer û li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk.

Li gelek navendên Ewrûpayê gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdstanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan hat şermezarkirin. Li paytexta Elmanya Berlînê, li paytexta Swêdê Stockholmê, li paytexta Swîsre Bernê, li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê çalakiyên girseyî hebûn.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, Pêncşemê êvarê bi dirûşma “Şoreşa me ye-berpirsyarî ya me ye” xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Interventionalistische Linken (IL), Çep a Radîkal a Berlînê (RLB) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de rejîma Erdogan ku xwe amade dike êrişî Rojavayê Kurdistanê bike û welatên Ewrûpî yên bêdeng in, hatin şermezarkirin.

Nebin şirîkî sûcên Tirkiyeyê

Li gel Kurdistaniyan gelek Elman jî beşdarî xwepêşandanê bûn. Çalakgeran Biryara DYE´yê ya vekişîna ji Sûriyeyê jî şermezar kir. Qisekeran bang li hikûmeta Elman a federal jî kirin ku nebe şirîkê sûcên dewleta Tirk.Meşa ku ji meydana Hermannplatzê dest pê kir, li navçeya Kreûzbergê bi dawî bû.

DUSSELDORF: Bi heman armancê li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê jî li pêşiya Sefaretxaneya DYE´yê xwepêşandaneke protestoyî hebû. Di çalakiyê de pankarta ‘Li dijî dagirkeriya li Rojava, dengê xwe bilind bike’ hate hilgrtin û dagirkeriya Tirkiye ya li Rojava hate protestokirin.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêdê Stockholmê, ji bo şermezarkirina helwêsta DYE’yê, komek ji jinan bi banta reş devê xwe girt û pankarta li ser nivîsandî “Bila dewleta Tirk ji Rojava bicehime” hildan. Ji çalakgeran Ayşe Goktepe got, li Rojhilata Navîn bi lîstikên qirêj tê xwestin ku destketiyên gelê Kurd ji holê werin rakirin. Goktepe got, gelê Kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwedî wê hêzê ne ku dikarin sîstema wekhev, adil, ekolojîk û femînîst a li Rojava biparêzin û bang li parêzvanên mafên mirovan kir da ku xwedî li Rojava derkevin.

   

BERN: Li bajarê Swîsreyê Bernê, biryara DYE´yê û êrişên dewleta Tirk a li dijî Bakurê Sûriyeyê hate protestokirin. Li pêşiya sefaretxaneya DYE’yê ya li Bernê pankarta ‘Destekkirina Tirkiyeyê, rêxistinkirina çeteyên DAIŞ’ê ye’ û alên YPG/YPJ’ê hatin hildan.

Em ê li ber xwe bidin

Hevserokê CDK-Swîsre Cûma Allak li vir got, “Em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin.” Çalakî di dirûşman ve bidawî bû.

Doh wekî din li bajarê bajarê Zurichê yê Swîsreyê jî bi çalakiyekê gefxwarinên dagirkirina Rojava bi destê Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.

MÎLANO: Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê, û gefên dagirkeriyê yên li dijî Rojava, li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê hatin şermezarkirin. Çalakger li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) civiyan û bi vê armancê heta ber stasyona Kadornayê meşiyan. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsandî “Bêdengiya we rê li ber bombekirinê vedike” hate hilgirtin. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN