Li bajarê Elmanya Kolnê bi hezaran kes civiyan. Di çalakiyê de tecrîdkirina Ocalan hate protesto kirin û çalakgerên greva birçîbûnê jî hatin silav kirin.
Di çalakiyê de hate diyar kirin ku grevên birçîbûnê di qonaxa kiritîk de ne û bêdengiya li dijî çalakiyan hat rûreşkirin. Bang li saziyên Ewrûpa jî hate kirin ku bi erk û berpiyariyên xwe rabin.
Ji çalakgerên greva birçîbûnê Mûstafa Tûzak ku beşdarî çalakiyê bûbû ji aliyê polîsên Elman ve bi hinceta wêneyê Ocalan li ser T-shirtê wî heye, hate derb kirin û ji herêmê hat dûrxistin.
KOLN