Mûzaffer Ayata ji ANF’ê re peyivî û ewilî şehîdên şoreşê di şexsê Hakî Karer, Denîz Gezmîş, Mehmet Karasûngûr de bi bîr anîn û got, “Pirsgirêkên dîrokî û civakî çiqasî giran bin, nakokî çiqasî zêde bin, ewqasî pêwîstî bi rêbertiyên xwedî nirxên insanî û nêrînên xurt heye. Mîna navê xwe; eger pêşeng li pêş nebin, kes nade dû.”
Ayata destnîşan kir, ku PKK’ê 30’ê Adarê, 6’ê Gulanê û 18’ê Gulanê ji bo pêşvebirina têkoşîna xwe ji xwe re kir hincet û li ser vê xetê xeteke kevneşopiya berxwedanê ava kir. Ayata da zanîn, ku ji ber vê yekê PKK weke partiyeke şehîdan tê binavkirin.
‘Bereya faşîst beriya hêzên çepgir bûn yek’
Ayata di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa heyî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got: “Hemû bereyên faşîst ên paşverû beriya hêzên çepgir bûn yek. AKP qaşo kevneşopiya Îslamî temsîl dike. Qaşo artêşa ku baskê Kemalîst e, li dij bû. Di roja îro de hemû kontra gerîla, Ergenekonî, nîjadperest, mafya, MHP’yî hemû di nava AKP’ê de gihiştine hev.”
‘Li Kurdistanê bi tenê hêzên dagirker mane’
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata destnîşan kir, ku li Kurdistanê dewlet qediyaye, bi tenê hêzên dagirker û mêhtinger man e û got, “Polîs û burokrasî ma ye. Bi gotinên çareserî, aştî û em Kurdan nas dikin, hewl dan Kurdan nerm bikin, hin derdoran ber bi xwe ve bikişîne. Piştî her kevneşopiya berxwedanê ya li Kurdistanê, dewletê timî teslîmiyet li ser Kurdan ferz kir. Ji yên li ber xwe didin re dibêje, hûn ê şîdeta dewletê bibînin.”
Banga berxwedana rêxistinbûyî
Ayata diyar kir ku dewlet Kurdan weke xwediyê welêt nabîne û axaftina xwe weha dewam kir: “Dagir kiriye, xwîn rijandiye û radibe dibêje em ê nedin kesî. Em ji cihekî din nehatine; Kurd ji cihekî din nehatine vê derê. Ev der a Kurdan e. Ew piştre hatin û wan talan kir. Kurd ji bo welatê xwe ji van zaliman biparêzin li ber xwe didin.”
ANF/BEHDÎNAN