Bi sedan kesî ji Başûrê Kurdistanê doh li dijî dagirkeriyê berê xwe da Qendîlê. Nûnerên partî, rêxistin û saziyên civaka sîvîl li Qendîlê daxuyanî dan çapemeniyê û got: “Dagirkerî encax bi yekîtiyê dikare bê bidawîkirin. Bila êdî yekîtiya neteweyî ji mijara romanan û xeyalê derkeve. Qendîlê Bexda hejand, wê Enqereyê jî bihejîne.”
Rêveber û endamên partiyên siyasî, rêxistinên civakî, parlamenter û oldarên Başûrê Kurdistanê ku doh serê sibehê ji çar aliyên Başûr ve bi pêşengiya KNK’ê û Eniya Niştimanî li gel sedan kesan çûn Binarê Qendîlê, daxuyanî dan çapemeniyê.
Nûnerê partî, rêxistin û saziyên sîvîl li pêşiya avahiya Şaredariya Binarê Qendîlê civiyan û li wir fikrên xwe bi raya giştî re parve kirin.
Bersivek ji dagirkeriyê re ye
Pêşî Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Gulala Osman axivî û got: “Hebûna me ya li vir bersiveke ji dagirkeriyê re ye. Dagirkerî tevahiya Kurdistanê dike hedef.”
Piştre Nûnerê KNK’ê Faruk Cemîl jî got, Qendîl ji bo wan cihekî pîroz e û wiha peyivî: “Yên Qendîlê dikin hedef xeyalan dibînin. Beriya niha jî dijminên Kurdan Qendîl kiribûn hedef, lê ev çiya û Qendîl ji bo wan bû goristan. Dawiya van jî wê wekî yên din be. Artêşa Tirk hedef dike ku tevahiya destketiyên Kurdistanê tine bike. Êrişên wan ên li dijî Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê vê yekê nîşan dide.”
Her wiha Faruk Cemîl got, ew wekî KNK’ê bang li hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku berpirsyariyên xwe bi cîh bîne.
Dermanê dagirkeran yekitiya me ye
Li ser navê Eniya Niştimanî ya li dijî Dagirkeriyê, Hevjîn Emîn jî got, ev dagirkerî encax bi yekitiya neteweyî dikare bi dawî bibe û wiha axivî: “Pêwîst e, ev êriş û dagirkeriya Dewleta Tirk hemû wekî belge bên amadekirin û pêşkêşî mekanîzmayên navneteweyî bên kirin. Divê dagirker zanibin ku li hemberî êrişan li çar parçeyên Kurdistanê şervan û welatparêzên ku dê bersivê bidin hene.”
Em ê bibin mertalên welatê xwe
Mele Nadir jî da zanîn ku ew wekî oldarên ji Başûr li cem berxwedêran e û wiha pê de çû: “Çawa ku em li dijî êrişan xwedî li parçeyên din ên Kurdistanê derketin, em ê bi heman rengî xwedî li gelê Qendîlê jî derkevin. Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin; heger ku hûn li dijî vê dagirkeriyê helwêstê nîşan nedin, hîn zêde derengî nebûyî, dest ji kar berdin. Em bi heman rengî bang li Hikûmeta Iraqê û gelê wê dikin: Heger hûn Başûrê Kurdistanê wekî parçeyekî welatê xwe dibînin, li dijî dagirkeriyê bisekinin. Heger ku wisa nabînin, em wekî gelê azad ê Kurdistanê amade ne bibin mertalên welatê xwe. Em bang li hemû rêxistin û saziyên navneteweyî jî dikin ku li hemberî dagirkeriyê bisekinin.”
Qendîl wê Enqereyê jî bihejîne
Parlamenterê Herêma Kurdistanê yê YNK’yî Salar Mehmûd jî îşaret bi cihêrengiya Qendilê bo Kurdan kir û wiha peyivî: “Em îro li yek ji kelehên berxwedanê yên Kurdistanê li Qendîlê ne. Qendîl di berxwedana azadiya Başûrê Kurdistanê de ev cih e ku Bexda hejandiye. Rêberê ku pêşengiya vê berxwedanê kiribû, li Bexdayê bû serokomarê Iraqê. Bawer bikin ku di demeke kurt de, wê Qendîl Enqereyê jî bihejîne. Pêdiviya gelê Kurd bi yekîtiyeke rasteqîn heye. Pêwîst e êdî ev yekîtî ji mijara roman û xeyalan derkeve.”
Li dijî hemû Iraqê ye
Li ser navê saziyên sivîl jî Dilsoz Zengene wiha axivî: “Em wekî rêxistinên civakî yên sivîl ên Başûrê Kurdistanê ji bo ku li dijî dagirkeriyê bisekinin û li cem gelê xwe cîh bigirin hatine vir. Pêwîst e, em wekî saziyên sivîl ji gelên Başûr û Iraqê re eşkere vebêjin ku ev dagirkerî ne tenê li dijî Başûrê Kurdistanê ye lê belê li dijî hemû Iraqê ye. Pêwîst e, hikûmetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê.”
Piştî axaftinan rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl, li gel girseya gel çûn serdana çadira Mertalên Zindî ku ji 8’ê Hezîranê ve hatiye vedan. Piştî serdana çadira Mertalên Zindî vê carê şande çû serdana Goristana Şehîdan a Ş. Mehmet Karasungur.
QENDÎL / ROJNEWS