Piştî destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mijara yekîtiya neteweyî ji her demê bêhtir kete rojeva Kurdan û têkildarî wê kar tê kirin, civîn tên lidarxistin. Tifaqa Kurdistanî ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di nav de ye û ji 8 partiyên Kurd pêk tê, di 18-19’ê Kanûna 2019’an de li Amedê ‘Komxebata Yekitiya Neteweyî’ li dar xistibû. Nûnerên partiyên siyasî, rûspî, alim, nûnerên komeleyan, nivîskar û rewşenbîr tevlî komxebatê bûbûn. Di dawiya komxebatê de danezanek hatibû parvekirin û di danezanê de hatibû gotin, armanc li her çar perçeyan dorfirehkirina kongreya neteweyî ye.

Piştî komxebatê nûnerên partiyên siyasî di nav xwe de civiyan û ji bo yekitiya neteweyî hin biryar girtin. Hat zanîn ku di civînê de Komîsyona Dîplomasiyê û Têkiliyên Gel û komîsyoneke der barê awayê mekanîzmaya yekitiya neteweyî de hatine avakirin. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, xebatên yekitiya neteweyî nirxandin.

Taşçîer got, “Di rastiyê de Kurdan ji komkujiya Helebce û vir ve di nava xwe de yekîtî ava kiriye. Dîsa dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir, dil û mejiyê Kurdan li Kobaniyê bi hev re lêxist. Her wiha dema Heşdî Şabî êrişî Kerkûkê kir jî bi heman rengî Kurd li hevdû xwedî derketin. Li her çar parçeyên Kurdistanê di nava Kurdan de yekitî hatiye avakirin. Her çiqas di nava partî û rêxistinên Kurdan de ji ber berjewendiyên hin partiyan yekitî nehatibe avakirin jî mirov dikare bêje, gel yekitiya xwe ava kiriye.”

Taşçier destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê yekitî di nava partî, rêxistin, şexsiyet û rewşenbîran de veguhere organîzasyonekê

Taşçîer bi bîr xist ku di sala 2013’an de bingehê yekitiyê nehatibû avakirin û piştre got, “Li her derê li dijî Kurdan êriş hene û tê xwestin xaka Kurdistanê bê dagirkirin. Xelasiya Kurdan di yekitiyê de heye.”

 

ANF/AMED