Li Kerkûkê, komek ji ciwanan bi navê "Ciwanên fedayê azadiya gel" daxuyaniyek da û gotin:  "Bi hişmendî û ruhê şoreşa Rojava re em tevlî berxwedana li Bakurê Kurdistanê bibin û sedsala 21'an bikin sala yekîtiya neteweyî û azadiya bêdawî ya gelê Kurd."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk bi ti awayî nikare xwe li destketiyên gelê Kurd rabigire û wiha hat gotin, "Zîhniyeta dewleta Tirk bi ti awayî naxwaze gelê Kurd bibe xwedî destketî. Di têkiliyên xwe yên bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re dixwaze çavkaniyên ser û binê erdê yên Kurdistanê bi kar bîne û xwe rizgar bike. Ji bilî têkiliya berjewendiyan, ne tiştek e."

Di daxuyaniya ciwanan de hate diyar kirin ku berxwedana xwerêveberiya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê, ji bo xwegihandina armanca gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê, destpêka serdemeke nû ye û wiha hate gotin: “Weke ciwanên welatparêz, me biryar dan cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê ya li bajarên Kurdan bigirin û li dijî hewldanên komkujiyê yên dewleta Tirk têbikoşin."

Daxuyaniya ciwanan wiha bi dawî bû: “Di serî de ciwanên Başûrê Kurdistanê em bang li tevahiya ciwanên Kurd dikin ku bi hişyariya 'berxwedan serketin e, pasîfîzm têk çûn, teslîmiyet û xiyanet e' tevlî nava refên YPS'ê bibin û jiyana nû ava bikin." 


 KERKÛK






‘Kurd wê ji rêya xwe venegerin’



Endama TEV-DEM'ê Eyşe Efendî der barê civîna Cenevre 3 de axivî û da xuyakirin, ku ne tenê gelê Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û Ermenî jî li derveyî Cenevre-3 hatine hiştin.

Eyşe Efendî da zanîn, ku bi vê biryarê re hêzên navneteweyî nîşan dane ew li Sûriyeyê sîstemek ji piralî naxwazin û got: “Eger hêzên navneteweyî biryarek berevajî vê bidan, hingî wê Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Ermenî yanî pirrengiya Sûriyeyê qebûl bikira."

Efendî diyar kir, wan di parastina şoreşa Rojava û avakirina Sûriyeya demokratîk de bi hezaran şehîd dane û got, ji bo Rojavaya azad û Sûriyeya demokratîk, ew ê ji niha û pê ve bêhtir gavan pêş de biavêjin.

Eyşe Efendî anî ziman, hêzên navneteweyî yên xwedî îdîaya qedandina şerê li Sûriyeyê ne, bi biryara li ser Cenevre-3 wergirtî re careke din rûyê xwe yê rast nîşan dan û da zanîn, ku ti civîn û projeya di nav de gelên Sûriyeyê û nûnerên wan ne amade be, wê bi ser nekeve.

Eyşe Efendî got, "Ne Cenevre-3, bi dehan Cenevreyan lidar bixin jî wê nikaribin encamê werbigirin. Gelo ji civîneke Kurd û hêzên Sûriyeya demokratîk di nav de nîne de encamek dikare derkeve?" û destnîşan kir, ku civîneke bi vî rengî ya ew di nav de nînin, ji bo wan bêwate ye.


‘Bangek ji bo Kobanê ye ’

Eyşe Efendî berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê jî silav kir û got: “Berxwedana li Bakur di heman demê de bangek ji bo Kobanê ye. Ev yek bang a; sînoran rakin, bên piştgiriyê ye." 


‘Bakûr jî mîna Kobanê ser bikeve’

Efendî got, "Erdogan ê munafiq, çawa ku ji bo Kobanê got, 'Li ber têkçûnê ye', îro heman tiştî ji bo Bakurê Kurdistanê dibêje. Çawa ku Kobanê têk neçû, li ber xwe da û bi ser ket, Bakurê Kurdistanê jî têk neçû, têk naçe, wê li ber xwe bide û bi ser bikeve."

Endama TEV-DEM'ê Eyşe Efendî ragihand ku eger heta niha temamiya gelê Bakurê Kurdistanê ranebûbe ser piyan, sedema vê yekê şert û mercên zivistanê ye û wiha got: “Biharê re wê li tevahiya Kurdistanê pêngava berxwedanê destpê bike û ev bihar wê bibe bihara azadiyê ya gelan.” 


 ANF/KOBANÊ